Desteya Perwerdê rêjeya serkeftina ezmûnên dawiya salê eşkere kir

Navenda Ezmûnan a Desteya Perwerdê ya Herêma Cizîrê diyar kir ku sererastkirina kaxezên ezmûnan ên refên 9 û 12`an ber bi dawî ve diçe. Her wiha da zanîn ku mekanîzmaya rêveçûna ezmûnan bi awayekî baş derbas bûn û heta niha rêjeya serkeftinê a refa 12`an ji sedî 60 derbas kiriye.

Desteya Perwerdê rêjeya serkeftina ezmûnên dawiya salê eşkere kir
Desteya Perwerdê rêjeya serkeftina ezmûnên dawiya salê eşkere kir
Desteya Perwerdê rêjeya serkeftina ezmûnên dawiya salê eşkere kir
Desteya Perwerdê rêjeya serkeftina ezmûnên dawiya salê eşkere kir
3 tîrmeh, 2021   03:00
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê ji bo sala xwendinê ya 2020 – 2021`an biryara pêkanîna ezmûnên wekhev ji bo refa 9 û 12`an da. Li gorî nirxandinên xwendekaran ev gaveke baş bû, ji ber ku beriya ku ezmûn dest pê bikin, nimûneyên pirsên ezmûnan ji wan re dihatin pêşkêşkirin, da ku şêwazên pirsan nas bikin.

Di 27`ê mehê de bi temamî ezmûnên refa 9 û 12`an li herêma Cizîrê bi dawî bûn, Endamê Navenda Ezmûnan Nûredîn Mihemed ji ajansa me re axivî û diyar kir ku wan piştî qedandina ezmûnana di roja duyemîn de dest bi sererastkirina kaxezan kiriye.

/kr/uploads/files/2021/07/02/201614_mihemed.webp

Mihemed da xuyakirin ku heta niha rêjeya serkeftinê ji bo xwendekarên refa 12`an ji sedî 60 derbas kiriye û ji bo refa 9`an hîn jî rêjeya serkeftinê nehatiye diyarkirin.

Mihemed destnîşan kir ku heta qonaxa heyî zêdeyî 300 mamoste beşdarî sererastkirina kaxezên ezmûnan bûne.

Têkildarî çawaniya derbasbûna ezmûnên wekhev ên li herêma Cizîrê Mihemed got: "Me her tişt bi awayekî plankirî pêk anî, hemû mamosteyên berpirsyar li gorî  perespektîvên hatibûn diyarkirin, tev digeryan. Me bi hemû hêza xwe hewl da ku van ezmûnan bi awayekî baş bi dawî bikin û li gorî wê encam baş bû."

Mihemed da zanîn ku wan têkildarî kêmasî û hurgiliyên rewşa pêkanîna ezmûnan, her roj raporek ji navendên ezmûnan dixwestin da ku bizanibin ezmûn ji aliyê xwendekaran ve çawa derbas dibin û wiha got: "Piryaniya xwendekar û malbatên wan ji şêwazê rêveçûna ezmûnan kêfxweş bûn."

PILE

Ji bo refa 9`an pileya giştî (800) e, ji bo refa 12`an beşa wêjeyî (700) û beşa zanistî jî  (800) e.  Xwendekarên ku ji sedî 40 ji van pileyan bi dest bixe ew ê bi serbikeve. Her wiha li ser her babatekê ji babetên refa 9 û 12`an rêjeya serkeftinê ji sedî 40 e.  

MERCÊN QONAXA DUYEMÎN JI EZMÛNÊN REFA 12`AN

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê di 29`ê Hezîranê de li ser malpera xwe ya fermî mercên tevlîbûna xwendekaran ji bo qonaxa duyemîn ji ezmûnên refa 12`an re, ragihand.

Mercên tevlîbûna ezmûnan wiha ye:

1.  xwendekarê/a ku qonaxa yekemîn de di 3 biranşan de bi bin ketibe, ji mafê wî/ê ye ku beşdarî qonaxa duyemîn bibe.

2. Xwendekarê/a ku di qonaxa yekemîn de di hemû biranşan de bi ser ketibe jî, ji mafê wî/ê ye ku di qonaxa duyemîn de tenê ezmûna 2 biranşan pêk bîne.

3. Tomarkirina tevlîbûna xwendekaran ji bo qonaxa duyemîn ji roja piştî derketina encamên ezmûnên dest pê dike û heta heftiyekê dewam dike.

BERNAMEYA QONAXA DYEMÎN

Ji bo refa 12`an beşa wêjeyî ezmûn ji 28`ê Tîrmehê heta 4`ê Tebaxê dewam dike, ji bo beşa zanistî jî ezmûn ji 28`ê Tîrmehê heta 5`ê Tebaxê dewam dike.

Hejmara xwendekarên refa 12`an li herêma Cizîrê dighêje 3 hezar û 172 xwendekaran.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/vd9f3nlj044" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>