DYA’yê dewleta Tirk xist lîsteya dewletên ku têkiliyên wan bi leşkerkirina zarokan re hene

DYA`yê dewleta Tirk xist lîsteya dewletên ku têkiliyên wan bi leşkerkirina zarokan re hene. Ev cara yekemîn e ku dewleteke endamê NATO`yê dikeve vê lîsteyê û tê payîn ku ev gav têkiliyên Enqere û Washingtonê aloztir bike. 

DYA’yê dewleta Tirk xist lîsteya dewletên ku têkiliyên wan bi leşkerkirina zarokan re hene
2 tîrmeh, 2021   08:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya DYA’yê di rapora xwe ya têkilarî bazirganiya mirovan a sala 2021`an de diyar kir ku dewleta Tirk li Sûriyê`piştgiriyek berbiçav` daye çeteyên Sultan Murad. Dewleta Tirk ev demeke dirêj e ku li Sûriyê piştgiriyê dide vê komê. Her wiha Washingtonê got ev kom zarokan wek leşker bi kar tîne.  

Li gorî tora El-Erebiye, rayedarekî wezaretê destnîşan kir ku zarok li Lîbyayê jî wek leşker hatine bikaranîn.

Heman rayedarî wiha domand: “Ev cara yekemîn e ku endameke NATO`yê dikeve lîsteya qanûna qedexekirina biçekkirina zarokan.”

Komên parêzvanên mafên mirovan û Neteweyên Yekbûyî (NY) gelek çeteyên ku dewleta Tirk ji bo hedefgirtina sivîlan, revandin û talankirinê, desteka wan dike, tawanbar dikin. NY’yê ji Enqereyê xwest ku hinek çeteyên xwe yên li Sûriyê kontrol bike, lê dewleta Tirk ev îdia red kir û got tu ev tişt "bê bingeh" e.

Destê dewleta Tirk di nakokiya li Lîbyayê de jî heye. Piştgirî û destekê dide hikumeta Wîfaqê ku navenda wê Terablus e.

(şx)