Jinên Tirkiyê li dijî vekişîna ji Peymana Stenbolê li qadan in

Li Tirkiyê bi hezaran jin li dijî vekişîna rejîma Tirk ji Peymana Stenbolê ya "têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan" li qadan in. Ev xwepêşandan piştî ku serokkomar Recep Tayîp Erdogan vekişîna ji peymanê parast, derketin. Her wiha Washingtonê jî ev biryara Tirkiyê rexne kiribû.

Jinên Tirkiyê li dijî vekişîna ji Peymana Stenbolê li qadan in
2 tîrmeh, 2021   09:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Jinên li Tirkiyê helwestên xwe yên redkirina vekişîna rejîma Recep Tayîp Erdogan ji Peymana Stenbolê ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, didomînin.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, vekişîna Enqereyê ji Peymana Stenbolê rexne kiribû, di heman demê de li gelek deverên Tirkiyê xwepêşandanên şermezarkirina biryara hikumetê hatin lidarxistin.

Wezareta Karên Derve ya DYA'ê biryara Erdogan şermezar kir û ji bo vekişîna Tirkiyê ji peymana navneteweyî mixabiniya xwe anî ziman.

Berdevkê Wezareta Karên Derve Ned Price diyar kir ku vekişîna Tirkiyê ji Peymana Stenbolê cihê bêhêviyê ye û ji bo xebatên navneteweyî yên bidawîkirina tundiya li dijî jinan, gaveke ber bi paş ve ye.

Ev xwepêşandan piştî ku serokkomar Recep Tayîp Erdogan parastina vekişîna ji Peymana Stenbolê, derketin.

Di nav hebûna zêde ya polîsan de, zêdetirî hezar kes ku piraniya wan jin in bûn, li navenda Stenbolê daketin qadan, her wiha li bajarê Îzmîrê û li herêmên din ên welêt xwepêşandan li dar xistin.

Erdogan di meha Adarê de vekişîna ji peymanê ragihandibû û gotibû Tirkiye dê ji bo parastina mafên jinan qanûnên xwecih bi kar bîne. Her wiha duh jî parastina vekişîna ji peymanê kir.

(dx)