Tevî daketina buhayên sewalan jî buhayê goştê sor bilind dibe

Tevî ku buhayê pez li Bakur û Rojhilatê Sûriyê daketiye, lê welatî ji ber bilindbûna buhayên goştê sor gazincan dikin. Goştfiroş jî sedema vê buhabûnê dispêrin cure û giraniya her sewalekî û sedemên girêdayî tunebûna mewsim, kêmbûna çêregeh û buhabûna êm.

Tevî daketina buhayên sewalan jî buhayê goştê sor bilind dibe
2 tîrmeh, 2021   08:24
QAMIŞLO – EHMED SEMÎR

Li praniya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê buhayên sewalan daketine, lê piştî hişkesaliya ku li herêmê derketî buhayê êm bilind bû.

Ji ber tunebûna mewsimê îsal û nebûna çêregehan xwediyên sewalan neçar dimîninn ku ceh û genim bidin sewalên xwe ku hem kêm e û hem jî buhayên wan bilind in.

Ehmed Hac Nûrî ji sala 1985`an ve sewalan xwedî dike û xana wî li taxa Cimhaiyê ya rojhilatê bajarê Qamişlo ye. Ehmed Hec Nûrî got: "Zirar ne tenê gihaşt zeviyên çandiniyê, di heman demê de zirara mezin gihaşt sewaldariyê, ji ber ku çêregehên sewalan tune ne, di encamê de jî buhayê sewalan kêm bû."

Hac Nûrî destnîşan kir ku her miheke 20 kîlo bi 115 hezar lîreyên Sûriyê tê firotin, dibe ku kêmtir be jî û wiha domand: "Sewalên ku giranbûna wan zêde be bûye weke sewalên ku têne xwedîkirin û ji ber wê jî buhayê goşt di sûkan de bilind bûye."

‘KÊMBÛNA ÇÊREGEHAN BUHAYÊ ÊM BILIND KIR’

Şêrzad Enter ku zêdetirî 36 sal e pez xwedî dike, got: "Yên herî zêde ziyan dîtine, em in. Zeviyên çandiniyê hatin şewitandin lê îsal cihê ku em sewalên xwe lê biçêrînin, tune ne."

Enter diyar kir ku buhayên êm pir bilind bûne, ji ber ku di sûkan de pir kêm in û diyar kir ku ji bilî êm tu alternatîf tune ne.

'ZEHMET E BUHAYÊ GOŞT WERE DIYARKIRIN'

Qesabê bi navê Ehmed Beşîr Taûs ku li sûka bajarê Qamişloyê dixebite, wiha axivî: "Buhayê goşt nayê diyarkirin. Ji ber ku hin sewal hene erzan in û ev jî ji ber giranbûn û mezinbûna wan e. Sewalên din ên qelew û giran bi awayekî pir buha têne firotin. Her kîloyek goşt ji 13 heta 17 hezar lîre ye. Heke qesab kîloyekî bi 14 hezaran bifiroşe dê bixesirin û ji ber wê jî bi buhayên bilind têne firotin."

Taûs destnîşan kir ku zehmet e ku gelek welatî kîloyek goşt bi 18 heta 20 hezar lîreyan bikirin.

BUHAYÊN GOŞT PIR BILIND IN

Di gera me ya li sûka goşt a bajarê Qamişlo de, xuya bû ku kirîna goştê pez kêm e, ji ber ku buhayê wê bilind e û li her dikanekê cuda ye, anku di navbera 14 hezar heta 17 hezar lîreyên Sûriyê de ye.

Mihemed El-Mihemed ku nîv kîlo goşt kirîbû, destnîşan kir ku buhayê goşt pir bilind e û her qesabek bi awayekî cuda difiroşe.

Di 6`ê Çileyê borî de Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi koordînasyona Desteya Aborî û Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê buhayê her kîloyeke kapek bi 430 heta 300 lîreyan diyar kir,  lê ji ber kêmbûna wê di sûkan de hemû xwediyên sewalan nikarîbûn ji xwe re peyda bikin.

Ji rêveberên Gerînendetiya Berhemên Sewaldariyê ya kantona Qamişloyê Mihemed Kazim diyar kir ku îsal wan dest bi gavên lezgîn kiriye û wek rewşa awarte dê êm bi rêya navendan were belavkirin û ev tişt anî ziman: "Ev êm ên herêmî ne û di aşan de tên çêkirin, dê bi rêya navendan û bi rêya komîteyên geşkirina sewaldariyê werin belavkirin."

Der barê mekanîzmaya belavkirina êm de, Kazim got: "Xwediyên sewalan dê li beramberî her sewalekî 10 kîlo êm wergirin."

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/3dkoi_e5Vk0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>