ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-07-2021'AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-07-2021'AN
30 hezîran, 2021   23:00

-Yekitiya Nivîskarên Kurd a Sûriyê mîhrîcana 7’emîn a çîrokên kurdî li hola Zana ya bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 18:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê diyar kir ku dewleta Tirk çiqasî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan girantir bike, dê nikaribe rê li pêşiya fikirê wî bigire, ji ber rêber Ocalan Îmralî ji devereke nebaş veguherand cihekî akademî da ku fikirê azad belav bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hevserokatiya Aborî ya herêma rojavayê Dêrazorê da zanîn ku qutkirina ava Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve û zuhabûna îsal bandoreke neyênî li zeviyên çandiniyê û sewaldariya li herêmê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Li gel dorpêçê girtina dergehên sînor azarên şêniyên herêmê zêde dike. Li hemberî dualiya pîvanên navneteweyî nerazîbûnên gelê herêmê zêde dibin ku li şûna vekirina deriyên sînor li pêşiya gelê ku şerê teror kiriye, dergehan digirin û di heman demê de alîkariyan ji terorîstan re peyda dikin. Şêniyan banga vekirina deriyê Til Koçer kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Emîne Osê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker a faşîst êrişî du nasnameyên jinên Kurd dike û got “Doza jinan li her devera cîhanê yek e. Bi yekitiya jinan re dê sedsala 21`mîn nebe sedsala faşîzma AKP/MHP’ê.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Mamosteyên bajarê Hesekê diyar  kir ku dagirkeriya Tirk hewl dide herêmên zêdetir ên erdnîgariya Kurdistanê dagir bike û tev li nexşeya xwe bike û bang li partiyên siyasî kir ku li hember êrişên dewleta Tirk yekitiya xwe ava bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Sekreterê giştî yê Partiya Çep a Demokratîk a Sûriyê Salih Gedo daxuyaniyên ENKS`ê yên li dijî Rêveberiya Xweser wek “dijminane” wesifandin. Her wiha destnîşan kir ku armanca sereke ya wan daxuyaniyan reşkirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Seroka Nivîsgeha Rêxistinê ya Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Minbicê Asya El-Hisên got sûcên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca derbekirina ewlehî û aramiyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk Emîn Elîko diyar kir ku dewleta Tirk bi gefa dagirkirina bajarê Minbicê dixwaze ku hebûna çeteyên DAIŞ'ê dîsa li herêmê zindî bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DIYALOG

- Şervan Derwîş diyar kir ku Îtîlafa Sûriyê baweriya xwe winda kiriye û bûye ajanek ku berjewnediyên gelê Sûriyê têk dibe û got “Ew çete ne û li gorî ajandeyên dewleta Tirk kar dikin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

- Nakokiya di navbera Amerîka û Îranê de di çend rojên dawîn de gurtir bû û qada vê nakokiyê heta Sûriyê, bi taybet Dêrazorê fireh bû. Ev jî bi xwe re gelek pirsnîşanan têkildarî dema gurkirina vê nakokiyê û sedemên wê çêdike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

- Pirsgirêkên binyadî yên modernîteya kapîtalîst û kaosa wê her ku diçe zêdetir dirize û ber bi hilweşînê ve diçe. Bi mudaxale û restorekirinan sîstema hegemonîk nikare bê tedawîkirin. Piştî civîna NATO'yê ya piştî Civîna Bilind a G7’an, Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê bi mêvandariya Îtalyayê vê carê li Romayê li hev civiyan. Her çend rojevên van civînan cuda bin jî, di esasê xwe de têkiliya wan xurt e. Armanc ji rêzecivînên lidarxistî ev e; ji bo modernîteya kapîtalîst bi bandor bikin û îdeolojî û tevgerên alternatîf ên derdikevin holê, bê bandor bikin. (BI WÊNE)

ANHA