Qada hevrikiyê ya di navbera Amerîka û Îranê de gihaşt Sûriyê

Nakokiya di navbera Amerîka û Îranê de di çend rojên dawîn de gurtir bû û qada vê nakokiyê heta Sûriyê, bi taybet Dêrazorê fireh bû. Ev jî bi xwe re gelek pirsnîşanan têkildarî dema gurkirina vê nakokiyê û sedemên wê çêdike.

Qada hevrikiyê ya di navbera Amerîka û Îranê de gihaşt Sûriyê
1 tîrmeh, 2021   03:08
NAVENDA NÛÇEYAN - YEHYA EL-HEBÎB

Berdevkê Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê ya bi serkêşiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di 28`ê Hezîranê de piştrast kir ku li dijî hêzên Amerîkayê yên li Sûriyê êrişên bi moşekan pêk hatin, di heman demê de ragihand ku windahiyên wan ji ber wan êrişan tune ne.

Albay Wayne Marato li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku li dijî hêzên Amerîkayê yên li Sûriyê êrişên bi moşekan pêk hatine û got: “Tu birîndar tune ne û zirar tên lêkolînkirin.”

Li gorî dezgehên çapemeniyê li dijî qadên petrolê yên Heqil El-Omer ên gundewarên Dêrazorê ku hêzên Amerîkayê di çarçoveya Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê de lê ne, 28`ê Hezîranê roja duşemê êrişek bi moşekan pêk hat.

Topbaran piştî gefxwarina tabûrên Hizbullaha Iraqê pêk hat ku gelek endamên wê di êrişên Amerîkayê yên li dijî avahiyên li ser sînorên Iraq-Sûriyê de hatin kuştin. Wezareta Parastinê ya Amerîkayê got: “Milîsan di êrişên xwe de dronên li dijî kesan û avahiyên Amerîkayê bi kar anîn.”

Her wiha Wezareta Parastinê ya Amerîkayê berbanga 28`ê Hezîranê ragihand ku hêzên wê avahiyên girêdayî komeke alîgirên Îranê yên li ser sînorên Iraq-Sûriyê kirine hedef.

Berdevkê Pentagonê John Kirby di daxuyaniyekê de got: “Li gorî perspektîfên serok Joe Biden hêzên leşkerî yên Amerîkayê li aliyê asmanî ve êriş birin ser avahiyên girêdayî komên çekdar ên alîgirên Îranê yên li ser sînorên Iraq-Sûriyê. Ji ber ku ev avahî ji aliyê milîsên alîgirên Îranê ve ku bi rêya dronan êrişî avahiyên Amerîkayê yên li Iraqê dikin, hatin hedefgirtin.”

John Kirby wiha domand: “Mîna ku ji van derbeyan xuya dibe, helwesta serok Biden diyar e ku ew ê ji bo parastina hêzên Amerîkayê bê deng nemîne.”

VEGUHERÎNEKE NÛ

Têkildarî mijarê lêkolînerê têkiliyên navneteweyî Dr. Iyad El-Micalî got: “Em li hemberî veguherîneke nû û rêgezeke cuda ya rêveberiya serok Biden in. Jê xuya dibe ku Amerîka piştî biserketina Îbrahîm Reîsî ber bi gurkirina nakokiyê bi Îranê re ve diçe.”

Reîsî ku bi tundrawiya xwe tê naskirin, di xîtaba xwe ya yekemîn de peyamên yekser dan civaka navneteweyî û DYA`yê ku hikumeta wî ya bê dê piştgiriya dan û standinên lihevkirina nukleerî ya li Viyanayê bike. Lê çarenûsa Îranê pê ve ne girêdayî ye û dan û standinên provokatîf qebûl nake. Her wiha Reîsî ragihand ku ew li ser bernameya moşekên balîstîk û hegemonyaya Îranê ya li derve tu dan û standinan nake.

El-Micalî têkildarî mijarê got: “Gurkirina ku wekî bersivekê bi rêya pêkanîna derbeyên hewayî li dijî depoyên çek û dronan, hedefgirtina avahiyên girêdayî milîsên Îranê û hêzên Heşd El-Şebî yên li ser sînorên Iraq-Sûriyê yên li herêma di navbera El-Bûkemalê ya rojhilatê Dêrazorê û bajarê Qayim ê li ser sînorê Iraqê de, gelek xetere ye.”  

El-Micalî wiha domand: “Êrişên di navbera hêzên Amerîkayê û milîsên Îranê de di çarçoveya gurkirinê de pêk tên. Amerîka bi rêya wê dixwaze peyamekê bide ku ew parastina xwe û berjewendiyên xwe dike da ku rê li pêşiya êrişên dîtir ên Îranê bigire. Rêveberiya Biden dixwaze bide nîşandan ku her gefek ji aliyê Îranê ve dê bê bersiv nemîne. Fermana yekser a pêkanîna êrişan ji aliyê Biden ve, vê yekê piştrast dike.”

PEYAMÊN FIŞARÊ

Pisporê kar û barên Îranê û lêkolînên Kendavê Hanî Silêman jî got: “Topbarana ji her du ailyan ve Amerîka û Îranê li Sûriyê û li ser sînorên Iraqê piştrast dike ku qadên nakokiyê fireh dibe. Ruxmî ku Biden hewl dide di dosyaya nukleerî de bigihêje lihevkirinekê û wî di gelek caran de bi aliyê Îranê re asta nakokiyê di vî warî de aram kiriye, lê di warê milîsan de bi taybet li Sûriyê û Iraqê ez bawer dikim ku Amerîka dixwaze vê peyamê bide ku ew tu rehetî yan jî agirbest nîn e û dikare vê yekê di dan û standinên lihevkirina nukleerî de fişarê li Tehranê bike.”

Silêman wiha berdewam kir: “Ev gurkirin ji nişka ve bû. Hêzên Amerîkayê ragihandin ku ew êriş bersiva hedefgirtina avahiyên Amerîkayê û berjewendiyên wê yên li herêmê ne.”

Der barê armanca her du aliyan de Silêman ev nirxand kir: “Aliyê Amerîkayê dixwaze peyameke xurt berovajî helwesta wê ya ji dan û standinên lihevkirina nukleerî bide. Her wiha dixwaze piştrast bike ku ew li hemberî tevgerên Îranê bê deng namîne.”

Girêdayî armanca Îranê jî Silêman got: “Îran dixwaze piştrast bike ku dikare êrişên Amerîkayê têk bibe û ji bo wê amûr û milîsên ku dikarin van êrişan bişikînin li cem hene. Li gel serokekî nû û li gel binkeftina ku piştî kuştina Silêmanî û Ebû Mihdî El-Muhendis li Iraqê pêk hat, ev peyam gelek girîng e. Îran dixwaze hegemoya xwe û karîna xwe ya bersivandinê piştrast bike. Ev peyam di vê demê de gelekî girîng in.”

QAD HETA SÛRIYÊ FIREH BÛ

Ruxmî ku hedefgirtin di navbera her du hêzên Amerîkayê û hêzên girêdayî Îranê de dubare dibin, lê ya nû bersiva Îranê ya li Sûriyê ye.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku li dijî yekîneyên wê yên li derdora Heqil El-Omer êrişek bi moşekan pêk hatiye.

Navenda Ragihandinê yê QSD`ê daxuyaniyek têkildarî wê êrişê da û tê de got ku baregehên leşkerî yên hêzên têkoşîna li dijî DAIŞ`ê yên li herêma Heqil El-Omer a gundewarên Dêrazorê duh rastî êrişeke bi moşekan hatiye. Her wiha navendê bi bîr xist ku zirar tenê madî bûn.

Navendê di daxuyaniyeke xwe de ku li ser malpera xwe ya fermî weşandiye, got: “QSD`ê piştî êrişê li herêmên derdorê tedbîr girtin da ku rê li pêşiya tevgera şaneyên DAIŞ`ê yên terorîst bigire.”

Girêdayî vê êrişê Silêman got: Îran her tim li Iraqê bersiva êrişên Amerîkayê yên li Iraqê û yên li dijî hebûna milîsên Îranê ya bi hêz dida. Lê ev êriş veguherîneke wesfî ye ji ber ku ji aliyê Sûriyê ve pêk hat. Lê bi nêrîna me ew jî pir ji Iraqê ne dûr e ji ber ku li ser sînorên Iraq-Sûriyê bûn. Yanî ew ne dûr bûn û dibe ku hevseng bin û ji hev ne cuda bin. Lê hedefgirtina sûrî nû ye û îşaret pê dike ku dibe ku qada şer firehtir bibe.

Têkildarî xeta vê gurkirinê Silêman wiha axivî: “Di wê baweriya min de ev gurkirin dirêj nake û dê êrişên bi lez li dijî armancên diyar ji aliyê Amerîkayê ve hebe. Amerîka baş dizane çi dixwaze û dê ji vê zêdetir neke. Bersiva Îranê tenê di çarçoveya kêmkirina windahiyan û parastina dewleta Îranê û teşeya pergalê de pêk hat. Lê ev pergal dê bi vê zexmê berdewam neke.” 

Silêman diyar kir ku mîna van êrişan di navbera her du aliyan de wê dem demê pêk werin û bi dawî jî nabin. Ev êriş bandora rêzedosyan e mîna lihevkirina nukleerî.

‘TÊKILBÛNA KU ALOZIYÊ GIRÊKTIR DIKE’

Têkildarî bandora van êrişan li ser dosyaya Sûriyê Hanî got: “Helbet bi awayekî neyînî bandor li dosyaya Sûriyê dike, bi taybet ku rewşa li Sûriyê gelek girêk e, serdestiya Sûriyê bi tahlûkeyê re rû bi rû maye û saziyên dewletê di nava pirsgirêkeke gelekî mezin de ne. Yanî ev mudaxele û berjewendiyên veşartî dê bi awayekî neyînî bandorê li çareseriya aloziya Sûriyê bi giştî bikin.”

(şx)

ANHA