​​​​​​​Gedo: ENKS bi daxuyaniyên xwe yên dijminane armanc dike Rêveberiya Xweser reş bike

Sekreterê giştî yê Partiya Çep a Demokratîk a Sûriyê Salih Gedo daxuyaniyên ENKS`ê yên li dijî Rêveberiya Xweser wek “dijminane” wesifandin. Her wiha destnîşan kir ku armanca sereke ya wan daxuyaniyan reşkirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

​​​​​​​Gedo: ENKS bi daxuyaniyên xwe yên dijminane armanc dike Rêveberiya Xweser reş bike
1 tîrmeh, 2021   00:43
QAMIŞLO - SOLÎN EHMÊ

Li hemberî êrişên domdar ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêveberiya Xweser ên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dem bi dem hewl dide bi hemû rêbazan Rêveberiya Xweser reş bike. Di vê dawiyê de asta daxuyaniyên wê yên dijminane yên li dijî doza Kurd û Rêveberiya Xweser zêde bûn.

Berpirsên ENKS`ê hema bêje rojane li ser ragihandinê daxuyaniyan didin û Rêveberiya Xweser reş dikin ku şêniyên herêmê bi saya xwîna şehîdan ew rêveberî ava kir.

Sekreterê giştî yê Partiya Çep a Demokratîk a Sûriyê Salih Gedo destnîşan kir ku daxuyaniyên ENKS`ê îsbat dikin ku ew di nava aloziyeke hundirîn de ye û beşek ji wan alîgirên dewleta Tirk in. Gedo wiha domand: “Ez di wê baweriyê de me ku beşek ji ENKS`ê li dijî van daxuyaniyan e ku bi navê wê li dijî Rêveberiya Xweser derdikevin.”

DAXUYANIYÊN DIJMINANE

Gedo daxuyaniyên ENSK`ê yên li dijî Rêveberiya Xweser bi “dijminane” wesifandin û got: “Ev daxuyanî mîna yên Çavuşoglu û çeteyên DAIŞ`ê yên li dijî Kurdan in. Armanca sereke jî reşkirina Rêveberiya Xweser û şoreşa Rojava ye.”

Gedo piştrast kir ku divê gelê Kurd û tevgera siyasî ya kurdî helwesteke redker li hemberî van daxuyaniyan nîşan bidin û wiha berdewam kir: “Gelê Kurd van daxuyaniyan qebûl nake. Ji bo me parastina gel û peydakirina ewlehiyê girîngtir e. Ji ber ku gelê me dê bersiva daxuyaniyên aliyên dijberî Rojava bide.”

Her wiha Gedo bal kişand ser daxuyaniya serokê Îtîlafa Sûriyê Nasir El-Herîrî û got: “ENKS beşeke Îtîlafê ye, El-Herîrî jî serokê wê ye. Yanî El-Herîrî serokê ENKS`ê ye. Ev daxuyaniyên wê tenê xizmeta berjewendiyên dewleta Tirk, DAIŞ û Cebhet El-Nusra dikin.”

Serokê Îtîlafê Nasir El-Herîrî bang li dewleta Tirk kiribû ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet Minbic û Til Rifetê dagir bike

`DAXUYANIYÊN ENKS`Ê JI DAXUYANIYÊN EL-HERÎRÎ XIRABTIR IN`

Gedo wiha domand: “Daxuyaniyên ENKS`ê ji daxuyaniyên El-Herîrî xirabtir in. Diviyabû ku ENKS li ser bingeha rihê welatparêziyê bersiva daxuyaniya El-Herîrî bida. Gelo ji mîna van daxuyaniyên li dijî gelê xwe yê li Rojava şerm nake ku li şûna wê me jê hêvî dikir ku ji Îtîlafê vekişe?”

Gedo bal kişand ser destkeftiyên ku Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi dest xistine û got: “Bi saya fedakariyên QSD û berxwedana wê gelê me ji gelek komkujî û sûcan xilas bû ku li bajarên din ên Sûriyê pêk hatine. Ji ber wê divê em piştgiriya wê bikin.”

Sekreterê giştî yê Partiya Çep a Demokratîk a Sûriyê Salih Gedo bang li ENKS`ê kir û got: “Hûn beşek ji tevgera siyasî ya kurdî ne û nûnertiya beşekê dikin. Lewra divê hûn li aliyê parastina Kurdan bin û li rex dijminan nesekinin. Ji bo ku di pêşeroja Sûriyê û çareseriya aloziya wê de Kurd cih bigirin divê helwesteke wiha nîşan nedin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/0pKRA34aorE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>