Kujerên ku Zinar Efrîn şehîd xistin hatin girtin

Hêzên Sûriye Demokratîk du kujerên ku Endamê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê û Şêwirmendê Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê Zinar Efrîn di meha Nîsana borî de şehîd xistin, girt.

Kujerên ku Zinar Efrîn şehîd xistin hatin girtin
30 hezîran, 2021   11:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê îro daxuyaniyek li ser malpera xwe ya fermî belav kir û têde piştrast kir ku herdu kujerên u Zinar Efrîn şehîd xistine, hatine girt.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hêzên Antî Teror (YAT) ên girêdayî QSD`ê di 31`ê Gulana borî de piştî lêgerîn û lêpirsîna tevgera wan li herêmê herdu kujer girtin.

Her wiha hate piştrastkirin ku kujeran di lêpirsînan de li xwe mûkir hatin ku wan gelek sûc pêk anîne her wiha destê wan di revandin û têkbirina aramî û ewlehiya herêmê de heye.

Tê payîn ku Navenda Ragihandinê ya QSD`ê mûkirhatinên kujeran bi dîmen belav bike.

Di 16`ê Nîsana borî de erebeya Endamê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê û Şêwermendê Rêveberiya Sivîl li Dêrazorê Zinar Efrîn ji aliyê kesên ne nas ve li ser rêya di navbera Dêrazor û Hesekê de hate gulebarankirin û di encamê Zinar Efrîn û yek ji alîkarên xwe şehîd bûn.

(bx)

ANHA