ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-06-2021'AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-06-2021'AN
29 hezîran, 2021   23:00

-PYD'ê têkildarî revandina nûnerên wan ji aliyê desthilata PDK'ê ve li Hewlêrê kongreyeke çapemeniyê li avahiya xwe ya li bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Qanûnsaz ê Tebqayê, Şadî Îbrahîm piştrast kir ku revandina nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD'ê ji aliyê hêzên ewlekariyê yên PDK'ê, sûceke ku ji hêla qanûna navneteweyî û mirovî ve tê cezakirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Gelek akademisyan diyar kir ku tecrîda li rêber Abdullah Ocalan berê ji aliyê dewletên kapîtalîst ve hatiye plankirin, armanc jî rêgirtina li pêşiya belavbûna fikirên demokratîk e. Akademisyenan destnîşan kir ku fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan çareseriya yekane ya aloziyên Rojhilata Navîn e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Minbicê Mihemed Elî El-Ebo got: "Sûcên dewleta Tirk ji dema rizgarkirina Minbic û gundewarên wê qirêjiya terora DAIŞ’ê heta roja îro berdewam in." Her wiha bang li civaka navneteweyî kir ku bi erka xwe rabe û sûcên dewleta Tirk rawestîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Hunermendê Kurd Şivan Perwer anî ziman ku li ser Kurdan qiyametek tê amadekirin û got: “Bila kes xwe mezin nebîne. Ger Kurd li dijî hev şaşitî bikin wê bi rûpeleke reş têkevin dîrokê." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD`ê yên li Başûrê Kurdistanê beriya ku bên revandin, ji aliyê hêzên Parastin ên PDK`ê ve, hatibûn binçavkirin û gef li wan hatibû xwarin ku karê rêxistinê nekin. Nûneran bi rêya kesekî ku li gel wan girtî bû peyam rêkirine û gotine, Rewşa wan qet ne baş e, bila her kes li pey wan bikevin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Di dîroka têkoşîna gelê Kurd a li hemberî dagirkeran de Zeyneb Kinaci (Zîlan) bi çalakiya xwe ya fedayî bû sembola azadî û lehengiyê. (BI WÊNE).

-Rêber Abdullah Ocalan di analîzên xwe yên sala 1997'an de şehîd Zîlan bi manîfestoya azadiyê ji bo têkoşînê bi nav dike. (BI WÊNE).

-Endamên Yekitiya Êzidiyan diyar kir ku dewleta Tirk  a dagirker hewl dide cewhrêr jinê tune bike û gotin: "Konferans gaveke ji bo ku jin xwe bi rêxistin bikin û xaka xwe biparêzin"

-Yekitiya Jinên Ciwan a Reqayê merasîmê bîranîna şehîd Zîlan li Stada Firatê li dar dixe, saet 18:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kongreya Star li Girkê Legê û Çilaxa merasîmê bîranîna şehîd Zîlan li dar dixin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi diruşma "Li ser şopa şehîd Zîlan em ê tecrîdê bişkînin" Mîhrîcana Jinên Ciwan a yekemîn a  Minbicê dest pê dike. Saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kongreya Star a Helebê, komîngehekê bi navê Şehîd Rûken Zerdeşt li taxa Eşrefiyê vedike, saet 19:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Jozef Lehdo diyar kir ku armanc ji domandina girtiyên deriyên sînor birçîkirina gel e. Her wiha bang li civaka navneteweyî û Konseya Ewlekariyê kir ku zextê bikin da ku derî werin vekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

-Minbic ji dema ku hatiye rizgarkirin ve an ku di 15`ê Tebaxa 2016`an de bûye herêmeke wisa ku gelek hêzên xwecihî, herêmî û navneteweyî li ser wê bi nakok in. Herî dawîn ev yek bi bangewaziya Nasir El-Herîrî re ya ji bo serokkomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan ji bo ku dagir bike, dîsa derket pêş. Gelo girîngiya Minbicê ji bo van hêzên bi nakok çi ye? (BI WÊNE).

ANALÎZ

- Şêx Seîd û hevreyên wî û hemû rêveberên Kurd ên ku li dijî dewleta Tirk a qirker serhildan rakirin, li peyî xwe mîraseke mezin a têkoşînê û du dersên dîrokî hîştin. A yekê dijmanatiya faşîzma dewleta Tirk li dijî Kurdan, a duyemîn jî hewcedariya Kurdan bi yekitiya neteweyî. (BI WÊNE).

CIWAN

-Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li herêma Firatê gotin: "Di navbera êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan de xaleke hevbeş heye. Armanca dewleta Tirk ew e ku analîzên rêbertî negihêjin herêmê." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ciwanên şoreşger ên Kobanê bi meşeke mişeleyan piştgiriyê didin berxwedana gerîla. Meş ji qada Jina Azad dest pê dike, saet 20:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Ji bilî bandorên wê li ser fizîkî, derûnî û aborî ye, belavkirina hişbirê û propagandaya wê bandora wê ya siyasî hene û civakê bi çînên wê yên ciwan dike armanc, gelo xeteriyên wê li ser tevahî aliyan çi ne û têkoşîna wê û hişyariya wê di nava çînên civakê de çawa ye?

ANHA