Cozêf Lehdo: Girtina dergehan şerê aborî û hewldana birçîkirina gel e

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cozêf Lehdo got girtina dergehan bi armanca birçîkirina gel e û bang li civaka navneteweyî û Konseya Ewlehiyê kir ku fişarê bikin da ku ji nû ve ev dergeh vebin.

Cozêf Lehdo: Girtina dergehan şerê aborî û hewldana birçîkirina gel e
30 hezîran, 2021   07:06
REQA-EHMED EL-ESAF

Di meha Tîrmehê de dema destûra navneteweyî ya bikaranîna dergeha Bab El-Hewa ya ji bo gihandina alîkariyên mirovî ji Sûriyê re, bi dawî dibe.

Gelek dewlet, jê jî dewletên endamên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê hewl didin  fişarê li civaka navneteweyî bikin ku dergeh vebin, jê jî dergeha Yerûbiyê (Til Koçer) a li ser sînorê di navbera herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Iraqê de.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cozêf Lehdo têkildarî mijarê got: "Dergeh damarên jiyana aborî û jiyanê ya her bajar an jî herêmekê ne. Heke dergeh bên girtin, damarên jiyanî tên girtin. Gelo girtina tevahî dergehan li herêmekê dê çawa be, mîna li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê? "

Lehdo da zanîn ku vê herêmê gelek qurbanî dan da ku mezintirîn koma terorîst li cîhanê têk bibe û îro jî bi birçîkirina gelê vê herêmê tê xelatkirin.

Lehdo destnîşan kir ku dewletên herêmê hewl didin Rêveberiya Xweser bi rêya şerê aborî û şerê avê, mîna dewleta Tirk di vê demê de bi qutkirina ava çema Firatê û qutkirina ava vexwarinê ji ser Hesekê, lawaz bikin.

Lehdo wiha domand: "Berdewama girtina dergehan, dorpêça aborî û mirovî ya li ser herêmê ye. Di van dergehan re tevahî pêdiviyên tenduristî û derman derbas dibin, bi taybet piştî derketina vîrusa Koronayê û zêdebûna pêdiviyên bi van derman û derziyan, li gel wê jî madeyên xwarinê derbas dibin."

Cozêf Lehdo hêvî kir ku hewldanên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê û hewldanên NY’yê yên ji bo vekirina dergehên derbasbûna alîkariyên mirovî bi ser bikevin, bi taybet dergeha Til Koçerê ya ku ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser tevahî astên mirovî, aborî û jiyanî girîng e.

Cozêf Lehdo wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em bi hêvî ne ku ji kongre û civînên civaka navneteweyî û dewletên rojavayî ve mizgîniya xêrê derkeve da ku dergehên li tevahî herêmên Sûriyê vekin. Ev yek jî mizîngiya xêrê ye ku civaka navneteweyî fişarê li aliyên ku dergeh girtine, bike."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Arq85kWlOdA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>