Emîn Îsa yê ji ber krîza mejî jiyana xwe ji dest da, şopên îşkenceyê li ser bedena wî nînin

Li gorî rapora tiba edlî û komîteya bijîşkan, ciwanê bi navê Emîn Îsa Emîn ku di encama  krîza mejî de jiyana xwe ji dest dabû, îşkence lê nehatiye kirin.

Emîn Îsa yê ji ber krîza mejî jiyana xwe ji dest da, şopên îşkenceyê li ser bedena wî nînin
29 hezîran, 2021   20:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Ciwanê bi navê Emîn Îsa Emîn ê bi tawana "Bertîlan" ji aliyê Dadgeha Giştî ya Leşkerî ve hatibû destgîrkirin. Emîn ji ber krîza mejî wefat kir. Hin malper û medyayên civakî wêneyê Emîn xirab kirin û wekî ku şopên îşkenceyê li ser bedena wî hene, parve kiribûn.

Li gorî rapora tiba edlî û komîteya bijîşkan a sê alî ya ku ji aliyê Dadgeha Giştî ve hatiye avakirin, ragihand îdiayên ku hatine parvekirin ne rast in.

Di raporê de tê diyarkirin ku ciwanê bi navê Emîn di encama krîza mejî de jiyana xwe ji dest daye û ti îşkence lê nehatiye kirin.

Li gorî çavkaniyên pê bawer, Dadgeha Giştî ya Leşkerî  duh 28'ê Hezîranê malbata Emîn Îsa Emîn aghdar kir da ku cenza werbigire, lê malbatê îro sibeha  cenaze ji dadgehê wergirtin.

ANHA