Li Herêma Firatê turnovaya jinan a fotbolê dest pê kir

Li ser stada "Dostaniya Kobanê û Nerwêcê" ya li Kobanê turnovaya fotbolê ya jinan cara yekemîn di dîroka Herêma Firatê de bi beşdariya 7 tîman dest pê kir.

Li Herêma Firatê turnovaya jinan a fotbolê dest pê kir
Li Herêma Firatê turnovaya jinan a fotbolê dest pê kir
Li Herêma Firatê turnovaya jinan a fotbolê dest pê kir
29 hezîran, 2021   20:07
KOBANÊ

Turnovaya tîmên Herêma Firatê ya fotbolê ya jinan bi maça yekemîn di navbera tîmên Karkaran û Perwerdê de dest pê kir, maç bi serketina tîma Perwerdê li hember tîma Karkeran bi dawî bû.

Ev cara yekemîn e ku turnovaya taybet bi jinan li Herêma Firatê dest pê dike û tê de 7 tîm beşdar in; Karkeran, Yekitî, Perwerde, Berxwedan, Firat, Nesrîn û Roşîn.

Dê her tîmek di merheleya destpêkê de 6 maçan bilîze û di merheleya dawî de 6 maçan bilîze û bi giştî 12 maç a her du merheleyan e.

Beriya destpêkirina maçê, Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Firatê Xunav Xelîl destpêkirina vê turnovayê li jinên Herêma Firatê pîroz kir û wiha got: "Jinên ciwan û werzîşvan li vê herêmê gelek ked da heta ku gihaşt vê astê."

Dê gera turnovayê sibe berdewam bike, her wiha dê tîma Yekitî û tîma Berxwedan bilîzin, lê tîmên Firat û Nesrîn dê pêncşemê bilîzin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ENFFmUvFS44" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>