​​​​​​​Ji çalakiyên "Hefteya hunerê" Tevgera Kevana Zêrîn şahiyek li Şêranê li dar xist

Tevgera Kevana Zêrîn a kantona Kobanê şahî û pêşandanên hunerî li herêmên Firatê li dar dixe û îro jî li bajarokê Şêran ê rojhilatê Kobanê şahiyeke hunerî li dar xist.

​​​​​​​Ji çalakiyên "Hefteya hunerê" Tevgera Kevana Zêrîn şahiyek li Şêranê li dar xist
​​​​​​​Ji çalakiyên "Hefteya hunerê" Tevgera Kevana Zêrîn şahiyek li Şêranê li dar xist
​​​​​​​Ji çalakiyên "Hefteya hunerê" Tevgera Kevana Zêrîn şahiyek li Şêranê li dar xist
29 hezîran, 2021   20:22
KOBANÊ

Tevgera Kevana Zêrîn ji 27’ê vê mehê ve ji rêzeçaliyên "Hefteya hunerê" şahî dest pê kirin, dê şahî bi dema hefteyekê li tevahî herêmên Firatê bi durişma"Bi çanda Kevana Zêrîn û hunera şerê gel ê şoreşgerî em ê dagirkeriyê têk bibin" li dar bikevin.

Piştî bajarê Kobanê û bajarokê Sirînê, Tevgera Kevana Zêrîn şahiyek li bajarokê Şêran ê rojhilat Kobanê li dar xist.

Di şahiyê de bi sedan şêniyên bajarok amade bûn, şahî li pêş avahiya Meclisa Bajarokê Şêran li dar ket.

Komên girêdayî Tevgera Kevana Zêrîn hunerên ji stran û dîlanan pêşkêş kirin.

Dê mîna van şahiyan heta 4 roj din li navçeya Qenaya, Til Xezal, Bender û Taşlokê li dar bikevin.

(fr)

ANHA