Dewreyên pêşxistina behreyên ciwanan ji bo lîstokvaniya fîlman hate vekirin  

Bi çavdêriya rahênanên (mûderib) pispor ên Komîna Fîlman a Rojava û bi hevkariya Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya Girkê Legê, 40 ciwan beşdarî dewreya amadekirina lîstokvaniya fîlman bûn.

Dewreyên pêşxistina behreyên ciwanan ji bo lîstokvaniya fîlman hate vekirin  
29 hezîran, 2021   07:49
QAMIŞLO-KELSÛMA ELÎ

Navenda Aram Tîkran a Çand û Hunerê ya bajarokê Rimêlan bi hevkariya Komîna Fîlman a Rojava, bi armanca amadekirina lîstokvanên pispor, dewreyên amadekirina lîstûkvanan vekir.

Di dewreyê de rêzewane û livbaziyên (temrîn) heftane hene, armanca wê ew e ku behreyên ciwanan ên lîstokvaniya fîlman werin pêşxistin. Her wiha hewl dide rêgezên lîstokvaniyê bi ciwanan bide naskirin û wan ji bo lîstokvaniya di warê sînema, şano, rêzefîlman û … hwd de, amade bikin.

Dewre li Navenda Aram Tîgran a Çand û  Hunerê ya bajarokê Rimêlan hatiye vekirin û derdora 40 ciwanên ji navçeyên Girkê Legê, Dêrikê, Çilaxa û Tirbespiyê ku temenên wan di navbera 15 û 25 saliyê de ye, ne cihên xwe tê de digirin.

Ciwan li gorî temenên xwe dabeşî du koman hatine kirin, her roja înê, 3 saetan tên perwerdekirin.

Dewreya amadekirina lîstokvanan, wê mehekê dewam bike. Endam wê tê de waneyên berfireh bibînin, jê deng, pisportî, drama, lîstokvanî, ritmên şanoyê, lîstokvaniya li pêşiya kamîrayê, her wiha waneyên cûda û livbaziya girêdayî lîstokvaniyê.

Birêvebirê van wane û livbaziyan (temrîn) Şêro Hindê û Ronî Ekîn in ku ew jî endamên Komîna Fîlman a Rojava ne û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê birêvebiriya dewreyên amadekirina lîstokvanan dikin.

Simko Cudî yek ji çavdêrên komîteya amadekirina lîstokvanan e, wiha got: "Armanca vekirina dewreyan ew e ku behreyên ciwanan ên di warê lîstokvaniyê de xurt bikin û li Rojava jî lîstokvanan werin amadekirin da ku tev li fîlm, şano û rêzefîlman bibin."

Cudî ev li gotina xwe zêde kir: "Projeya me ya amadekirina lîstokvanan li Rojava yekemîn proje ye û armanca me ew ku xebatên çandî xurt bikin da ku ciwanên me bikaribin dengê Şoreşa Rojava bi rêya fîlm û şanoyan ragihînin."

Simko Cûdî da zanîn ku plana xebata komîteyê ew e ku dewreyên amadekirina lîstokvanan li Qamişlo û Hesekê jî vekin.

Livbaziya bi navê Zînê Ebas ku endama Koma Şehîd Serhed a Muzîkê ya Navçeya Çilaxa ye got, armanca wê ji tevlîbûna dewreya amadekirina lîstokvanan ew e ku di warê lîstokvaniyê de behreya xwe bi pêş bixe.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/O1zq1rEWSfs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>