Misir: Bidawîkirina destwerdanên derve şerteke ji bo pêkanîna aşitiyê li Sûriyê ye

Wezîrê Karên Derve yê Misirê Samih Şukrî got, bidawîkirina destwerdanên derve di xak û karûbarê Sûriyê de şerteke ku aştiya mayînde li welêt pêk were. Her wiha Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Fûad Hisên îşaret bi girîngiya lezkirina di şandina alîkariyên mirovî ber bi Sûriyê ve, kir.

Misir: Bidawîkirina destwerdanên derve şerteke ji bo pêkanîna aşitiyê li Sûriyê ye
29 hezîran, 2021   08:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karê Derve yê Misrê Samih Şukrî di civîna wezîran a der berê Sûriyê de ku li Roma hate lidarxistin got, bidawîkirina destwerdanên derve di xak û karûbarê Sûriyê de şerteke ku aştiya mayînde li welêt pêk were.

Şukrî destnîşan kir ku hin aliyên herêmî parçeyên ji Sûriyê bi hinceta parastisna hevalbend û şerê li dijî terorê û ferzkirina guhertina demografîk, dagir kirine.

Her wiha Wezareta Karê Derve ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Hisên metirsiya xwe ji ber rewşên mirovî yên xirab li Sûriyê eşkere kir.

Hisên di axaftina xwe de beha mijara kampên koçber û penaberan li Sûriyê, Iraqê, hebûna bi milyonan koçber û penaber li Sûriyê û Iraqê û dewletên derdora Sûriyê, kir.

(bx)