​​​​​​​Rojnameyên erebî: Ewropayê ji bo Sûriyê banga çareseriya siyasî dike

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa Sûriyê, Iraqê û rewşa Filistînê, kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Ewropayê ji bo Sûriyê banga çareseriya siyasî dike
29 hezîran, 2021   07:30
NAVENDA NÛÇEYAN

AMERÎKA Û HEVALBENDÊN WÊ BANGA AGIRBESTEKE BI TEMAMÎ LI SÛRIYÊ KIR

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya El-Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Amerîka û hevalbendên xwe di dawiya kongreya Koalisyona Navneteweyî li dijî DAIŞ`ê û civîna wezîran a taybet ji bo Sûriyê ku duh bi serokatiya Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken li Romayê hate lidarxistin, banga agirbesteke bi temamî li Sûriyê û lihevkirineke siyasî li gorî biryara Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî 2254, kirin."

Wezîran di daxuyaniya ku piştî civîna wezîrên karên derve yên her "heftên mezin" û koma Biçûk ku ji (Amerîka, hin dewletên rojavayî, Erebistana Siûdî, Misir û Urdu") pêk tê û komkara Ereban, YE`yê û dewletên din hate derxistin, kêfxweşiya bi pêşniyara nûnerê taybet li Sûriyê Geir Pedersen, diyar kir. Her wiha teqezî li ser destekdayîna xurt ji xebatên ku bi serkêşiya NY`yê têne kirin da ku hemû aliyên biryara 2254`an pêk bînin di nav de agirbesta mayînde li hemû Sûriyê, gihaştina alîkariyan bêyî tu astengiya û bi awayekî ewle û xebatê komîteya destûrî.

Di kongreya navneteweyî yê Koalisyona li dijî DAIŞ`ê de di dawiya civîna wezîran hate piştrastkirin ku ew  bi gelê Sûriyê di destkdayîna lihevkirina siyasî ya mayînde li gorî biryara 2254`an ne.

WASHINGTON HIŞYARÎ DA MILÎSÊN ŞÎHÎ: SEBRA ME NEXE EZMÛNÊ

Girêdayî rewşa Iraqê rojnameya El-Ereb ev tişt got: "DYA`yê dem û cihê baş diyar kir da ku hişyariyeke tund bide komên Şîî li Iraq, Sûriyê û her kesê li pey wan disekine û zemînê ji wan re peyda dike. DYA`yê ev yek bi rêya bombebarana yek ji baregehên komên Şîî nîşan da.

Bombebaran şeva ku serokwzîrê Iraqê Mustefa El-Kazimî tev li tetbîqatên komên El-Heşid El-Şebî bû, pêk hat.

Di encama bombebarana Amerîka li ser baregehên li ser sînorê Sûriyê – Iraqê hejmareke ji komên Şîî ji El-Heşid El-Şabî hatin kuştin.

Li gorî Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken ku derbeyên Amerîka li dijî  endamên alîgirên Îranê li Sûriyê û Iraqê divê peyamek xurt be.

FILISTÎN..REWŞÊ XERAB E Û AZADÎ TÊ BINPÊKIRIN

Girêdayî rewşa Filistînê rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Diyar e ku kesên çalakvanê siyasî Nîzar Benat kuştin, ji bîrkirin ku rewşa Filistînê di asteke mezin ji nakokî û fetisandinê de ye û çirûska biçûk têrê nake ku bermîlek ji barûdê bêxe.

Xwepêşandanên li dijî hikumetê di roja 4`emîn de dewam dikin û banga wan ku kesên destê wan di kuştina Benat de heye werin darizandin. Binpêkirin gihaştiye astên bilind heta ku gihaşt rojnamevanan û hin ji wan birîndar bûn û derfet nedan wan ku xwepêşandanan bişopînin.

 (bx)