Anki Seeberg: Ji bo pêkanîna edaletê avakirina dadgeheke navneteweyî gaveke girîng e

Pispora kar û barên komên çekdar Anki Seeberg destnîşan kir ku avakirina dadgeheke navneteweyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo darizandina DAIŞ`ê gaveke pir girîng ji bo pêkanîna edaletê.

Anki Seeberg: Ji bo pêkanîna edaletê avakirina dadgeheke navneteweyî gaveke girîng e
29 hezîran, 2021   08:18
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Dosyaya çeteyên DAIŞ`ê li ser asta cîhanê dosyaya herî xetere û girêk e. Di girtîgehên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de derdora 19 hezar çeteyên DAIŞ`ê hene, di nav de 12 hezar çeteyên sûrî, 5 hezar çeteyên iraqî û 2 hezar çeteyên biyanî yên ji 55 dewletên biyanî hene. Van çeteyan hovantirîn sûcên li dijî mirovahiyê pêk anîn.

Kampa Holê ya li Hesekê pirsgirêkeke bingehîn ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojhilata Navîn re ye û li ser asta cîhanê kampa herî xetere ye, ji ber ku 8 hezar û 965 jinên DAIŞ`î (Mihacrat) hene ku li ser 2 hezar û 625 malbatan belav in ku piraniya wan zarokên jêrî 17 salî ne.

Ruxmî xetereya dosyaya çeteyên DAIŞ`ê û tevî bangewaziyên Rêveberiya Xweser ên avakirina dadgeheke navneteweyî li herêmê ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê, lê civaka navneteweyî berpisyariya xwe ya der barê vê dozê de paşguh dike.

Girêdayî mijarê mûdîra hevbeşiyê ya Saziya Rêxistina Têkoşînê ya ji bo Mirovahiyê û pispora kar û barên komên çekdar, doktora di warê têkiliyên derve de Anki Seeberg bersiva pirsên ajansa me dan.

Anki destnîşan kir ku nabe civaka navneteweyî li şûna qurbaniyan biryarê bigire û wiha domand: “Ez di wê baweriyê de me ku Forma Qurbaniyên DAIŞ`ê roleke çalak di pêkanîna edaletê de bilîze heke têkiliyan bi civakên din ên Sûriyê û derveyî wê re deyne û tecrubeyan jê bigire.”

Hevpeyvîn wiha ye:

*Rêveberiya Xweser gelek caran banga avakirina dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, lê heta niha civaka navneteweyî bêdeng e. Bi nêrîna we ya ku dihêle ev dewlet vê gavê nevêjin çi ye?

Fikirê avakirina dadgeheke navneteweyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê bi gelek mijarên qanûnî û siyasî ve girêdayî ye. Piraniya wan li ser asta qanûnî ji aliyê akademisyan û pisporên qanûnên navneteweyî ve tê nîqaşkirin û analîzkirin.

Li gorî qanûna bingehîn a qedexekirina mudaxeleya di kar û barên hundirîn ên dewletan de û li gorî rêgeza serdestiya dewletan a li gorî qanûnên navneteweyî divê destpêkê dewlet erê bike heta ku dadgeheke navneteweyî li herêma wê were lidarxistin.

Aliyên ku bi vê rêgezê ve girêdayî ne, mudaxeleya di kar û barên dewletên din de bê erêkirin heta ku bi hêz be jî, red dikin. Lihevkirin û peymanên ku vê yekê piştrast dikin hene, di nav de Lihevkirina Neteweyên Yekbûyî (NY) û ragihandinên girêdayî têkiliyên nêz û hevkariya di navbera dewletan de ya Komeleya Giştî ya NY`yê ya sala 1970`an û hinek biryarên din ên Dadgeha Edaletê ya Navneteweyî.

Aliyên din rêgeza nemudaxeleyê red dikin, dibêjin avakirina dadgehê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne bi zorê ye û berjewendiya dewletên têkildarî pêk nayne. Yanî ew ne li dijî rêgeza nemudaxeleyê ye. Heke ev mijar li ser asta qanûnî hat derbaskirin, mijarên siyasî dibin asteng. Dewlet di vî warî de baldar in ku tiştekî mîna vê erê bikin ku neçar bimînin di pêşerojê de li welatê xwe jî pêkanîna wê qebûl bikin. Gelek mijarên din jî girêdayî têkilî û berjewendiyên navneteweyî ne, bi taybet li gel ku gelek hêzên navneteweyî li dijî vê gavê derdikevin. Ne tenê ji ber ku têkiliyên wê yên stratejîk bi hikumeta Şamê re hene lê belê ji ber ku li ser asta navneteweyî li dijî binpêkirina rêgeza nemudaxeleya serdestiya dewletan e. Ji bilî wê jî gelek astengiyên lojistîk ên avêtina mîna vê gavê hene.

Her wiha nîqaşên girêdayî rewabûn an jî qanûniya mîna vê dadgehê û bingehên qanûnî yên ku xwe dispêrêne derdikvin pêş. Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî aliyê yekane ye ku dikare di vê derbarê de  girtek û biryarê bide, di nav de dadgehên xwedî taybetmendiyên navneteweyî yên pirspor û xwedî lêvegerên qanûnî. Dibe ku ne li gorî pisporî û pergala qanûnê ya dewleta ku ev girtek tê de tê girtin be mîna Dadgeha Yugoslavia û Rwanda û hwd.

Hinek alî dibînin ku madeya sêyemîn a hevbeş a lihevkirinên Cinevê rê li ber pêkanîna lihevkirinan di navbera aliyên "Bi nakok" de vedike  ku di mijara Sûriyê de Rêveberiya Xweser aliyekê wê ye, da ku madeyên van lihevkirinan bi taybet ên girêdayî sûcên hovane û dadgehên cezayan pêk bînin. Li ser vê bingehê, ew alî avakirina dadgehê wisa şîrove dikin, ew ne mudaxeleya kar û barên dewleteke din e, ji ber ku madeya sêyemîn a lihevkirinên Cinevê rewşa qanûnî ya aliyên bi nakok tiştekî naguhêre.

Alîgirên avakirina dadgehê diyar dikin ku qanûnên navneteweyî bang li dewletan dike ku rêgeza avakirina dadgehan ji bo darizandina sûcdarên şer û yên li dijî mirovahiyê pêk bînin heta ku ew dewlet aliyeke nakokiyê be yan nebe. Her wiha alîgirên vê fikirî destnîşan dikin ku pêkanîna vê rêgezê bi rêya dewletekê li ser welatiyên dewleteke din weke mudaxeleya li kar û barên hundirîn nîşan nade. Ji ber ku qanûnên navneteweyî vê yekê erê dike ku ev sûc navneteweyî ne û muhasebekirina wan jî berpirsyariyeke mirovî ya komî ye û ne girêdyaî kar û barên hundirîn ên dewletekê ye. Lê belê ji wê zêdetir qanûnên navneteweyî bang dikin ku sûcdaran radestî dewletan bike ku rêgeza wîlayeta dadgehê ya cîhanê di pergala xwe ya dadgehê de aktîf kiriye. 

Gelek mijarên din ên qanûnî yên têkildar hene, di nav de garantiyên darizandina adil û metirsiyên ku ev dadgeh edaleteke demkî yan jî edaleteke serkeftî bide rûniştandin. Ev hemû bi mijarên siyasî û lojistîk ve girêdayî ne ku dihêle mijara avakirina dadgeheke navneteweyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek girêk be. Lê heke em nîqaş û şîroveyên alîgirên wê di ber çavan re derbas bikin ne zehmet e ku ev dadgeh were avakirin.

Di 27`ê Gulanê de Rêxistina Însiyatîfa Parastinê ya Hiqûqî bi sponseriya Rêxistina Hiqûqî ya Alman (International Medico) û Rêxistina Têkoşîna ji bo Mirovahiyê (Fight For Humanity) Forma Qurbaniyên DAIŞ`ê li dar xist, gelo bi nêrîna wê ev form dê bibe gava yekemîn a ber bi lidarxistina dadgehê ve?

Form di pêvajoya xwe ya heyî de şeklekî diyarker a edaleta cinayeta ji bo endamên DAIŞ'ê yên ku sûcên hovane an sûcên navneteweyî pêk anîne napejirîne.

Ev form çarçoveyeke diyar bi şertên diyar a her teşeyeke edaleta cezayî ya qurbaniyan di însaytîfê de ava dike. Form xwedî li çarçoveya giştî ya mafê însaytîfê derdikeve ku ji pêkhateyên edaleta cezayî, çareserkirina zirarê û naskirina rastiyê pêk tê. Form di çarçoveya xwe ya giştî de hewl dide van pênaseyan bi qurbaniyan bide naskirin. Nîqaşan li dar bixe da ku helwestek û plansaziyeke hûrgulî girêdayî wê amade bike. Destpêkê pêwîst e qurbaniyên di formê de van deteyan nas bikin da ku pêşbiniyên xwe biparêzin. Têkildarî nuqteyên lawaz û xurt û divê ji her teşeyeke edaleta cezayî çi hêvî bikin ji wan re şîrove were kirin. Ya din pêwîstiya qurbanî wan nuqteyan nîqaş bikin, di dawiyê de helwesta xwe ya li hemberî dadgehê yan jî her teşeyeke edaleta cezayî nîşan bidin û plansaziyekê deynin. Ya sêyemîn ji bo encama ku gihaştinê divê qurbanî rola xwe ya pêşeng a alîgirbûnê bilîzin.

Çima civaka navneteweyî tu biryar girêdayî dayîna tawîzan ji qurbaniyên DAIŞ`ê re nedaye. Pêşbiniyên we di pêşeroja nêz de çi ye û gelo pêkane guhertin di pêşkêşkirina destekê de ji wan qurbaniyan re çêbibe?

Destpêkê pêwîste lihevkirinek ji bo dayîna tawîzan ji qurbaniyan re çêbibe. Divê tawîz ne tenê madî be lê divê daxwazên wan ên di edaletê de pêk werin.

Ya din nabe civaka navneteweyî biryarekê li şûna qurbaniyan bigire, bi taybet dema mijar dibe edalet û tawîzan. Divê ev her du mijar li gorî daxwaz û razîbûna qurbaniyan bin. Armanca me ji vê formê jî ev e. Ev form derfetê dide ku makenîzmeyên edaletê li gorî dawaza qurbaniyan were avakirin. Di nav de naskirina rastiyê, edaleta cezayî û pêkhateyan dayîna tawîzan. Mîna tecrubeya Argentina û Bosniayê û her dawî ruxmî gelek astengiya tecrubeya Colombiayê.

Li gorî pêşbînan, heke têkilî bi komên din ên li Sûriyê û derveyî wê re werin xurtkirin û tecrube werin veguhestin wê form roleke çalak bilîze. Ev tişt gelek pêwîst e da ku eniyeke xurt çêbibe ku fişarê li civaka navneteweyî û aliyên têkildar were kirin ji bo ku ev doz bibe dozeke sereke û mîna çarseriya siyasî û bidawîkirina şer girîng be.

(şx)

ANHA