Endamê Defend Kurdistanê: Divê gelê Kurd li dijî êrişên dagirkeriyê bi ruhê seferberiyê tê bikoşe

Di êrişên dewleta Tirk a dagirker de bi sedan gund hatin valakirin Endamê Însiyatîfa Parastina Kurdistanê Huseyîn Yilmaz diyar kir ku dewleta Tirk bi piştgiriya hêzên navneteweyî êrişî Beşîrê Kurdistanê dike û got divê gelê Kurd li dijî êrişên dagirkeriyê bi ruhê seferberiyê tê bikoşe.

Endamê Defend Kurdistanê: Divê gelê Kurd li dijî êrişên dagirkeriyê bi ruhê seferberiyê tê bikoşe
26 hezîran, 2021   05:47
NAVENDA NÛÇEYAN – ZANA DENÎZ

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê didomin. Ji bo rawestandina dagirkeriya li ser Başûrê Kurdistanê û guhdarkirina pirsgirêkên gelê ku gundên wan hatine valakirin, heyetek aştîxwaz a ji 14 welatên Ewropayê, 11 'ê Hezîranê hat Hewlêrê. Lê belê ji aliyê hikumeta Başûr ve şande hate astengkirin. Heyetê xwest li pêşiya NY’ê daxuyaniyekê bide, vê carê ji aliyê hêzên PDK'ê ve hate astengkirin.

Heyeta ku nehiştin daxuyaniyekê bide, di 14 'ê Hezîranê de Însiyatîfa Parastina Kurdistanê (Defend Kurdistan) îlan kir.

Însiyatîfa Parastina Kurdistanê (Defend Kurdistan) li Brukselê bi daxuyaniyek çapemeniyê nerazîbûnên xwe ji raya giştî anî ziman. Di daxuyaniyê de bang li Yekitiya Ewropa (YE) û Neteweyên Yekbûyî (NY) hate kirin ku şerê ji aliyê dewleta Tirk ve tê meşandin ku sûcên şer dike, yê li Başûrê Kurdistanê, bibînin. Her wiha hat bibîrxistin ku hezar û 500 gundî neçar man gundên xwe yên li Metînayê biterikînin, 22 gund hatin valakirin û 7 hezar hektar daristan hatin şewitandin. Bi van hemûyan re bi sedan kamyon darên li herêmên Kurdan birîn û birin Tirkiyê.

Siyasetmedarê bi navê Huseyîn Yilmaz ku endamê Însiyatîfa Parastina Kurdistanê ye, têkilîyên wan, xebatên wan ên li Beşûrê Kurdistanê û bêdengiya li beramber êrişên dagirkeriyê yên li Ewropayê ji ajansa me re axivî.

Yilmaz diyar kir ku di şertên asayî de wek heyeta ji 150 kesî ew armanc dikin ku xwe bigihînin Başûr û got: "Hikumeta Alman pêşî rê  li derbasbûna gelek hevalên me girt. Her wiha li bajarê Hewlêrê hikumeta Herêma Kurdistanê çalakvanên aştîxwaz ku di nav wan de siyasetmedar û rojnamevan jî hene, dersînor kirin. Me her du nêzîkatî jî şermezar kirin. Divê tu carî neyê qebûlkirin ku ji aliyê hikumetê ve bi taybetî yên ji bo aştiyê tên herêmê, bên dersînorkirin. Li aliyê din Almanya ku bi salan e bi Tirkiyê re hevkariyê dike, nîşan da ku dijminê gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê ye."

Yilmaz diyar kir ku ji ber têkoşîna gelê Kurd a li dijî DAŞ'ê, ji bo hemû gelan hêvî heye û wiha dewam kir:  "Ji bo em nîşan bidin ku li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker em aştî û Kurdistanê diparêzin, me li Beşûr bi 75 kesên ji 14 welatan re hevdîtinan pêk anîn. Me ev însiyatîf ava kir da ku di navbera Kurdan de pevçûn rû nede û êrişa îmhayê ya dewleta Tirk a li dijî gelê Kurd li ser erdê lêkolîn bike û pêşî li şer bigire.” 

 'GEL DIBÎNE KU PKK LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ LI BER XWE DIDE'

Yilmaz diyar kir ku gelê Başûr dibîne ku yekane hêza ku li dijî dagirkeran li ber xwe dide PKK ye û got: "Dagirker li Başûrê Kurdistanê daran dişewitînin, komkujiyan pêk bînin. Bi dehan gund ji aliyê dagirkeran ve hatine valakirin. Wek Însîyatîfa Defend Kurdistanê me xwest gundên hatine valakirin û herêmên şer lêkolîn bikin û bibînin. Tevî hemû hewldanên me jî em ji aliyê hêzên ewlekariya giştî ve hatin astengkirin."

Yilmaz diyar kir ku li Silêmanî û Hewlêrê bi nûnerên partiyên cuda yên siyasî û rêxistinan re hevdîtin kirine û wiha dewam kir:  "Me li Silêmanî û Hewlêrê bi gelek partiyên siyasî, rêxistin û kesayetiyên siyasî re hevdîtin pêk anîn û me got divê li vir şer di navbera Kurdan de pêk neyê û rewşeke bi vî rengî xizmetê ji dijminên gelê Kurd re dike. Armanca êrişan ew e ku destkeftiyên gelê Kurd ji holê rakin.”

'EM Ê HEWLDANÊN XWE YÊN LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ BIDOMÎNIN'

Yilmaz diyar kir ku êrişên li dijî gelê Kurd berdewama konseptê ne û hêzên navneteweyî jî parçeyekî vê konseptê ne û got:  "Gelê Kurd bi xetereyeke mezin re rû bi rû ye, divê civak bi ruhê seferberiyê li dijî vê êrişa dagirkeriyê tê bikoşe. Divê hemû gelê Kurd û dostên wan hay ji vê yekê bin. Almanya jî pêkhateya herî mezin a vê konseptê ye. Di vê yekê de destûr neda ku siyasetmedar, rojnamevan ji Almanyayê derkevin. Almanya helwesta xwe ya li dijî gelê Kurd ne tenê di vê serdemê de, di şerên cîhanê yên yekemîn û duyemîn de jî nîşan da. Di vê êrişa dagirkeriyê ya li dijî gelê Kurd de Almanya, Brîtanya û welatên din ên endamên NATO'yê li gel dewleta Tirk in. Em di vê xebatê de cihê xwe digirin û xwe berpirsyar dibînin ku ji bo di navbera Kurdan de tu alozî dernekeve û rêyên diyalogê vekin da ku rastiyên Başûrê Kurdistanê ji cîhanê re ragihînin. Piştî wê em ê xebatên xwe yên li Ewropa û Rojhilata Navîn bidomînin."