QSD: Di operasyona paqijkirinê ya li Bisêrayê de 22 çete hatin girtin

QSD'ê ragihand ku operaysona paqijkirinê ya li bajarê Bisêrayê bi girtina 22 çeteyên DAIŞ'ê û dîtina kargeheke çêkirina mayînan bi dawî bû.

QSD: Di operasyona paqijkirinê ya li Bisêrayê de 22 çete hatin girtin
25 hezîran, 2021   21:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê bi daxuyaniyekê enamên operasyona paqijkirinê ya li bajarê Bisêrayê yê Dêrazorê ragihand.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Yekîneyên Antî Teror û Hêzên Komandos ên girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk operasyona paqijkirinê ya li bajarê Bisêra yê rojhilatê Dêrazorê bi dawî kir. Operasyon di rojan dewam kir, di encamê de 22 çeteyên DAIŞ'ê hatin girtin, kargeheke çêkirina mayînan hate dîtin û rêjeyeke mezin a çek û madeyên teqemeniyê hatin desteserkirin.

Operasyon bi çavdêriya asîmanî ya ji aliyê Koalîsyona Navneteweyî ve hate destpêkirin û bi serkeftî derbas bû. Di encamê de çalakiyên terorîst ên muhtemel hatin têkbirin ku şaneyên terorîst amadekariya wan dikirin.

 

Di roja yekemîn a operasyonê de, Yekîneyên Antî Teror 17 terorîst û hevkarên wan girtin. Di roja duyemîn de Hêzên Komandos 5 terorîstên din girtin ku xwe di malên sivîlan de vedişartin û mal veguherandibûn kargehên çêkirina mayînan. Her wiha hêzên me gelek tunel û xendeqên veşartî dîtin.

Şaneyên rêxistina terorîst a DAIŞ'ê li bajarokê hewl da fitneyan di navbera şêniyan de derxînin da ku operasyona hêzên me asteng bkin, lê agahiyên îstîxbaratî û hevkariya şêniyan hişt ku operasyon bi serekftî encam bide û gelek şaneyên terorîst hatin jihevxistin û negihişt ku bêghêjin armancên xwe.

Şaneyên DAIŞ`ê yên terost di 20'ê Sibata borî de bi rêya motorsîklêteke bombebarkirî çalakiyeke terorî li sûka bajar pêk anî, di encamê de 3 sivîl şehîd bûn û 10 jî birîndar bûn.

Hêzên Sûriya Demokratîk teqez dike ku dê şerê têkbirina DAIŞ û şaneyên wê yên terorîst bidomîne û dê nehêle ku kiryarên xwe yên terorîst li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne."

ANHA