​​​​​​​'Bicihkirina hêzên PDK'ê li herêmên gerîla bi serê xwe şer e'

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê got, bicihkirina hêzên PDK'ê li herêmên gerîla bi sere xwe şer e, her wiha piştgiriya xwe ji berxwedana gerîlayan re nîşan da.

​​​​​​​'Bicihkirina hêzên PDK'ê li herêmên gerîla bi serê xwe şer e'
26 hezîran, 2021   01:52
HESEKÊ- OLVA HEC MANSÛR

Dewleta Tirk a dagirker  ji 23'yê Nîsanê ve êrişên xwe yên dagirkirinê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên li Başûrê Kurdistanê didomîne. Gerîlayên HPG û YJA Star li hemberî van êrişan berxwedaniyeke dîrokî raber dike.

PDK'ê, ji destpêka Hezîranê ve hêzên xwe yên taybet şandin nuqte û cihên gerîlayan ku hejmara wan gihişt 21 komên hêzên taybet û li deverên Çemço, Sîda, Saca û Rênçberaxa hatin bicihkirin.

Bertekên gelê Kurd ên li dijî vê tevgera PDK'ê  û hevkariya wê bi dewleta Tirk re di êrişên li ser Başûrê Kurdistanê de zêde dibin.

'BICIHBÛNA HÊZÊN PDK'Ê LI NUQTEYÊN GERÎLAYÊ BI SERÊ ŞER E'

Têkildarî mijarê, şêniyê bi navê Îsam Hesen got: " Dewleta Tirk a dagirker ji 23'yê Nîsanê ve, êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên li Başûrê Kurdistanê dike, lê gerîlayên li çiyayên Kurdistanê berxwedaneke dîrokî nîşan dide, tevî çekên xwe yên sivik dê her tim bi ser bikevin, ji ber ku ew bi qehremanî têkoşîn dikin. "

Hesen destnîşan kir ku bicihkirina hêzên PDK'ê li herêmên ku gerîla bi xwe şer e.

Di dawiya axaftina xwe de, Îsam Hesen bang li partiyên Kurdistanê kir ku li ber masa diyalogê rûnin û çarenûsa gelê Kurd nîqaş bikin.

`BÊDENGÎ JI BO DAGIRKERIYÊ HELWESTEK PIŞTGIRIYÊ YE`

Şêniyê bi navê Ezîz Baravî diyar kir ku divê PDK'ê berpirsiyariya xwe bi cih bîn û got: "Ji ber ku bêdengiya wê piştgiriya wê ya ji bo êrişên dewleta Tirk li dijî gelê Kurd piştrast dike".

Baravî bêdengiya PDK'ê şermezar kir û got: "Li Başûrê Kurdistanê piraniya partiyên kurdî helwestên xwe di der barê êrişên dagirkeriya Tirk de di parlementoyê de anîn ziman û wekî dagirkirina axa Başûrê Kurdistanê nirxandin. Lê PDK'ê bêdeng ma. "

Baravî destnîşan kir ku welatiyên Rojava piştgiriyê didin gerîla û got: "Helwesta me diyar e, em piştgiriya gerîla dikin ji ber ku êrişên dewleta Tirk ne tenê li dijî axa Başûrê Kurdistanê ye, lê li dijî nasname û hebûna gelê Kurd li çar parçeyan e."

`XIYANETA EŞKERE YE`

Der barê heman mijarê de, Ehmed Mehmûd got: "Dema em li êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê û bêdengiya PDK'ê dinêrin, xiyaneta wan û dan û stendinên wan bi dewleta Tirk re diyar dibe." Her wiha diyar kir ku armancên van êrişan belavkirina fitneyê di nav gelê Kurd de ye.

Mehmûd wiha dom kir: "Em di seranserê dîrokê de ji karesatan fêrî berxwedan û tekoşînê bûne heya em digihêjin armancên xwe û li Kurdistanek azad dijîn. Em ê her tim piştgirî bidin gerîla heya dagirkerî têk diçin. "

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/zEIWSNLMQmI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>