​​​​​​​Lêkolînerekî misirî: Derbeyên Rûsyayê yên li Çolistana Sûriyê bê encam in

Tevî êrişên hawayî yên Rûsya, lê DAIŞ'ê hîna li çolistana Sûriyê çalak e û êrişên xwe yên li dijî leşkerên hikumeta Şamê didomînin. Lêkolînerek ji Misirê diyar kir ku DAIŞ'ê tektîka şer ji El-Qaîde girtiye û zehmete ku di salên bê de were tunekirin.

​​​​​​​Lêkolînerekî misirî: Derbeyên Rûsyayê yên li Çolistana Sûriyê bê encam in
26 hezîran, 2021   00:39
NAVENDA NÛÇEYAN-ŞEYMA ELÎ- EMANÎ EZAM

Li çolistana Sûriyê, êrişên DAIŞ'ê yên li dijî hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê didomin. Li gorî belgeyên Navenda Çavdêriya Mafên Mirova a Sûriyê (SOHR), di 5'ê vê Hezîranê de 23 leşkerên hêzên hikumeta Şamê li herêmên cûda yên çolistana Sûriyê ji ber kemîn û mayînên şaneyên DAIŞ'ê yên ku li bejahiya rojhilatê Humisê, Hema, Dêrazorê û bejahiya Reqayê belav in, hatin kuştin.

DAIŞ XWE KOMÎ SER HEV DIKE

DAIŞ'ê ku di 23'yê Adara 2019'an de di baregeha xwe ya dawî ya li bajarokê Baxozê yê gundewarê rojhilatê Dêrazorê de ji aliyê QSD'ê ve hate têkbirin, hewl dide careke din xwe komî ser hev bike.

DAIŞ'ê, ruxmî derbeyên mezin ku xwarin, lê dikarbî li gelek deverên çolistana Sûriyê yên di bin serweriya hikumeta Şamê de bi hêsanî xwe komî ser hev bike û dest bi êrişên berfireh li dijî hêzên hikumetê û komên alîgirên wê bike.

SÊKOŞEYA MIRINÊ

Di 2019'an de çeteyên DAIŞ'ê dest bi zêdebûna çalakiyên xwe li çolistana Sûriyê kir û di sala 2020'î de bi hêztir û mezintir bûn. Êrişên DAIŞ'ê zêdetir li sêkoşeya Heleb-Hema-Reqayê dihatin kirin.

Li gorî SOHR, ji sala 2019'an ve û heta niha hezar û 477 leşkerên hêzên hikumeta Şamê û alîgirên wê hatin kuştin. Ev hemû li bejahiya Dêrazor, Reqa, Humis, Siweyda, Hema û Heleb di êriş, teqîn û kemînên de hatin kuştin. Her wiha 4 karkerên di zeviyên gazê de dixebitin û bi dehan şivan û sivîlên ku di nav de jin û zarok hene, hatin kuştin.

Şîrovekar û pirsporên leşkerî diyar dikin ku têkbirina "Xîlafeta DAIŞ'ê" nayê wateya ku xeteriya wê bi dawî ye, lê hîna dikare şaneyên xwe yên veşartî bide tevgerkirin.

ÊRIŞÊN RÛSYA BÊ ENCAM IN

Piştî kuştina efserekî rûsî bi pileya general di 18'ê Tebaxa 2020'î de û kuştina zêdetirî 100 leşkerên hêzên hikumeta Şamê di wê demê de, Rûsya di 25'ê heman mehê de sewqiyatên mezin ji komên "Lîwa El-Qudis" û "Feyleq 5" li çolistanê bi cih kirin.

Ji windahiyên di hêzên Rûsya û hikumeta Şamê diyar dibe ku her du alî hîna nikarin çolistana Sûriyê kontrol bikin û êdî ev dever ji DAIŞ'ê re bûye nuqteyeke ku kerwan û sewqiyatên Rûsya û hikumetê û komên alîgirên wan dadiqurtîne.

DEVERÊN KU DAIŞ'Ê LÊ ÇALAK E

Nuqteyên DAIŞ'ê di radeya yekemîn de di sê herêmên çolistanê de: ya yekemîn çiyayê Beşrî yê beşê başûrê rojhilatê Reqayê ye, ya duyemîn herêma Defîna ya başûrê rojavayê Dêrazorê, ya sêyemîn bejahiya di navbera Tedmur, Suxna li rojava, herêma 55 a li başûr, stasyona T2 a li rojhilat û herêma Feyda Bin Miweynai li bakur.

Ev herêm bi çiya, gelî û şikeftên kûr tên naskirin, her wiha fireh e û rojane bahozên tozê tê radibin ku dîtinê asteng dike û bi lez şopên tevgerê radike.

Têkildarî binkeftina Rûsya û hêzên hikumeta Şamê di sînordarkirina êrişên çeteyên DAIŞ'ê de, lêkolînerê di kar û barên komên terorîst ê misirî Samih Îd got: "Em li pêşberî şerê tektîkî ne, her tim artêşên rejîmê li hemberî vê tektîkê bi bin dikevin."

MÎRATEYA EL-QAÎDE

Îd ê ji ANHA'yê re axivî destnîşan kir ku çeteyê DAIŞ'ê yên li Sûriyê û Iraqê li ber destê El-Qaîde perwerde dîtine û wiha domand: "Hejmara giştî ya çeteyên DAIŞ'ê yên iraqî û sûrî 40 hezar in. Ev çete deverên bejahî û çiyayî nas dikin û ji dema şerê li Afganîstan ve fêrî tekîtekê şer bûne. Ev şer ji rêxistina El-Qaîde wergirtine. Ji ber vê yekê em dibînin ku Amerîka bi hemû hêza xwe di nava 30 salên şerê xwe yên li hemberî Tevgera Talîban a Afganîstanê de bi bin ket, ji ber vê jî dest bi diyalogan pê re kir."

'TÊKBIRINA WÊ ZEHMET E'

Lêkolîner Samih Îd bi bîr xist ku "Eym El-Zewahirî hişyariya fikira avakirina dewletekê li cihê sabit da ku balafirên dewletên bi hêz çi Amerîka be an Rûsya be bikaribin bomebebaran bikin û yên li hundirê herêmê tune bike."

Her wiha diyar kir ku şerê tektîkên DAIŞ'ê bi tevgerên komên biçûk li çiya û şikeftan de pêk tê û di dema operasyonên bejehî yên paqijkirinê de derbên mezin li artêşên rejîmê dixin û wiha domand: "Ji ber vê yekê artêş di radeya yekemîn de xwe dispêrin balafiran, lê dîsan bê encam in. Ji lew ra em dibînin ku ji 30 salan ve Amerîka li Afganistanê bi balafiran êrişan dike. Lê piştî 20 salî an ku di sala 2011'an Ûsama Bin Ladin qetil kir û hîna negihiştiye cihê xelîfeta Bin Ladin, Eymen El-Zewahirî."

Samih Îd diyar kir ku Rûsya nikare DAIŞ'iyên li çolistanê tune bikin û got: "Ji ber ku DAIŞ'iyên li wir di şerê tektikî de yê bi artêşên rejîman re prfesyonel in û rêyên herêmê û baregehên leşkerî yên artêşên rejîmê nas dikin, dikarin bi hêsanî û kengî bixwazin bikin hedef. Çawa Amerîka li Afganîstanê bi bin ket dê Rûsya li çolistana Sûriyê jî bi bin bikeve."

'BANDORA BALAFIRAN DIYAR E'

Îd bal kişand ser stratejiya Rûsya ya di êrişên xwe yên li dijî DAIŞ'ê li çolistana Sûriyê de û got: "Rûsya balafiran bi kar tîne, di encamê de hin kesan birîndar dike û hin kesên din jî dikuje, ya dawî bêyî operasyonên bejahî bandora balafiran diyar e."

Îd destnîşan kir ku têbirina DAIŞ'ê li çolistana Sûriyê hîna zû ye û wiha pê de çû: "Em behsa komekê dikin ku tektîka şerê çeteyan bi kar tîne û ev tektîk ji dema destwerdana Rûsya di Afganîstanê di sala 1979'an de wergirtiye. Terorîstên ku di şerê li Afganîstê de bi Rûsyaya re dan û standin kirine û rêbazê fikirên wan nas kirine. Kesên ku DAIŞ'ê perwerde kirine dizanîn ku çawa bi artêşa Rûsyayê re dan û standinê bikin. Balafir DAIŞ'ê bi dawî nake, dibe ku rewşa Sûriyê û Iraqê heta çend salên dirêj wisa bidome."

'DESTEKDAYÎNA JI GELEK ALIYAN VE TEMENÊ DAIŞ'Ê DIRÊJ DIKE'

Têkildarî desteka ku DAIŞ'ê jê digire Îd ev tişt diyar kir: "Amerîkayê behsa berhemên mezin ji zêran kir ku DAIŞ'ê di dema avakirina dewletê de wergirt, her wiha behsa girtina bacan û firotina şûnwaran kir. Hîna hêz hene ku berjewendiyên wan bi DAIŞ'ê re hene û desteka wan dikin."

Lêkolînerê di kar û barên komên terorîst de Samih Îd jêdera destekdayînê DAIŞ'ê, tevgerên wê yên bi komên biçûk û tektîka êrişan ev hemû jê re pereyan peyda dike da ku çekan bikire, di encamê de temenê wê dirêjtir dibe.

ANHA