​​​​​​​Kurd kengî bi ser dikevin?

​​​​​​​Kurd kengî bi ser dikevin?
26 hezîran, 2021   03:09

Ekrem Berakat

Di çarçoveya siyaseteke hevseng li gel dewleta Tirk de, rêveberên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dem bi dem banga derketina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji herêmên Başûrê Kurdistanê dikin, ruxmî ku hebûna PKK`ê li Başûrê Kurdistanê rewa ye. Serê pêşîn partiyeke kurdî ye û ji bo doza gelê Kurd li Kurdistanê bi giştî tê dikoşe. Ji mafê wê ye ku li her dera Kurdistanê têkoşînê bide. Ji aliyekî din ve PKK li gorî gelek lihevkirinên bi PDK’ê re li herêmê bi cih bû.

Lihevkirina yekemîn sala 1982`yan bû. Ev lihevkirin bi awayekî fermî di navbera rêber Abdullah Ocalan û Idrîs Barzanî de pêk hat. Ya duyemîn di sala 1996'an de bû. Rêber Abdullah Ocalan di 27'ê Nîsanê de bi rêya malbata xwe bang kir ku ev lihevkirin were zindîkirin.

Di protokola lihevkirina 1982'yan de 10 bend hene. Li gorî 6 bendên pêşîn Tevgera Rizgariya Kurdistanê wek tevgerên rizgariyê yên cîhanê tê hesibandin ku li hemberî emperyalîzmê û kapîtalîzma li cîhanê li ber xwe dide, piştgiriyê dide hemû tevgerên rizgariyê yên nîştimanî yên cîhanê, têkiliyan pê re datîne û lihevkirinan çêdike.

Her 4 bendên mayî jî têkildarî dîtina hevbeş a girîngiya pêkanîna koordîneyê di navbera hêzên Kurdistanê de ye û li şûna parçebûnê girêdana bi têgeha yekitiya têkoşîna rizgariyê teqez dike.

Her 4 bendên dawîn ên protokola lihevkirina di navbera rêber Abdullah Ocalan û Idrîs Barzanî de wiha ne:

- Li ser bingeha piştgiriya gel li hemû beşên Kurdistanê pêşxistina têkoşîna rizgariya nîştimanî ya Kurdistanê. Li ser bingeheke stratejîk û pêkanîna lihevkirinan divê bi hêzên kedkar re û yên di bin destê hegemonyaya mêtingeriyê de ne, hevalbendî werin avakirin.

- Her rêxistinek an jî partiyek dikare kar û xebatên xwe di beşa ku jê re hatiye diyarkirin de pêk bîne. Her wiha dikare kom û hêzên girêdayî xwe li beşên din ên Kurdistanê ava bike. Têkiliyan bi hêzên rizgariyê yên nîştimanî re deyne û hevalbendiyan bi wan re çêke. Li ser astên bilind civînên têkildarî doza nîştimanî ya Kurdistanê li dar bixe. Her wiha hewl bide hemû hêzên nîştimanî tev li van civînan bike û li dijî dijminên gelê Kurd hevalbendiyan çêke û têkiliyan deyne.

- Li şûna lihevkirinên îdeolojîk ên ku berjewendiyên dijminên gelê Kurd pêk tînin û têkiliyên di navbera hêzên Kurdistanê de asteng dikin, bi têgeha yekitiya têkoşîna rizgariyê ya nîştimanî ve were girêdan. Her tim hewldan were kirin ku nakokiyên heyî yan jî yên ku dibe derkevin bi rêya diyalogê û danîna pêş a berjewendiya nîştimanî ya gel werin çareserkirin. Zimanê mîlîtarîst qet neyê bikaranîn. 

- Divê rêzdariyê ji kar û barên hundirîn ên rêxistinan (hêzên siyasî, leşkerî yên Kurdistanê) re were girtin û mudaxeleya wê neyê kirin. Ji kiryarên ku zirar bidin yekitiyê yan jî partiyekê yan jî rêxistinekê dûr bikevin. Her wiha rêzê ji serxwebûna îdeolojîk, siyasî, rêxistinî ya her partiyekê re were girtin.

LIHEVKIRINÊN 1992-1996’AN

Piştî lihevkirina 1982`yan a di navbera PKK û PDK`ê de, sala 1992`yan PKK, PDK û YNK`ê lihevkirinek îmze kir. Ev lihevkirin, di encama êrişa dewleta Tirk û her du partiyan YNK û PDK`ê ya li dijî PKK`ê de û her wiha piştî ragihandina avakirina parlamentoya Başûrê Kurdistanê pêk hat. Li gorî lihevkirinê, PKK dê li herêma Zalê û Qendîlê yên girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi cih bibe.

Di 26`ê Tîrmeha 1995`an de PDK`ê dîsa êrişî PKK`ê kir. Ev êriş heta 11`ê Kanûna heman salê dirêj kir. Piştre her du aliyan agirbest ragihand. Sala 1996`an her du aliyan lihevkirinek îmze kir. Li gorî vê lihevkirinê herêmên serweriya her du aliyan hatin diyarkirin. Piştî lihevkirinê PKK`ê navend û saziyên xwe li Hewlêrê vekirin. Di nav de navendên çandî, civakî û dîplomasiyê hebûn. Birîndarên PKK`ê di nexweşxaneyên Hewlêrê de dihatin dermankirin û şêniyên Hewlêrê li ser vê şahid in.

MUSÎBETA HEWLÊRÊ

Lê sala 1997`an piştî ku dewleta Tirk a dagirker mudaxele kir û di bin navê ‘Hemleya Çakûç’ (Çekiş Harekati) de êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir, PDK li dijî PKK`ê derket. PDK`ê jî hemleyek li dijî endamên PKK`ê da destpêkirin û nexweşxaneya ku birîndarên PKK`ê lê dihatin dermankirin, topbaran kir. Di encamê de zêdetirî 100 gerîla şehîd bûn û hatin windakirin. Heta niha kesek nizane bê gorên wan li ku ne.

Piştî ku Hemleya Çekûç’  a dewleta Tirk a dagirker bi bin ket, têkilî dîsa di navbera PKK û PDK`ê de ji nû ve dest pê kirin. Lê ev yek ne li gorî daxwaza dewleta Tirk a dagirker anku dijminê sereke yê gelê Kurd bû. Ji ber wê gelek êriş pêk anîn. Jê ya herî mezin, êrişa Sibata 2008`an bû ku dewleta Tirk navê `Roj` lê kir. Hêzên xwe li ser sînorên Başûrê Kurdistanê kom kirin, gelek gundên Kuran topbaran kirin, bi armanca dorpêçkirina şervanên PKK`ê pirên li herêmê wêran kirin.

Erdoganê ku wê demê serokwezîr bû, îdia kir ku armanca wê êrişê ew e ku di 15 rojan de baregehên PKK`ê tune bikin. Ahmet Davutoglu jî ku wezîrê karên derve bû, got operasyon anku êriş dê heta tunekirina PKK`ê bidome.

Murat Karayilan ku serokê Komîteya Rêveber a KCK`ê bû, armanca êrişa dewleta Tirk bi dagirkirina Başûrê Kurdistanê wesifand.

PDK`ê di rojên destpêkê yên êrişan de li benda encamên êrişa li dijî Zapê ma. Piştî ku fêm kir ku artêşa Tirk derbên giran xwarin û êdî nikare bi pêş ve biçe, xwepêşendanên ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên li Başûrê Kurdistanê hatin organîzekirin, asteng nekirin. Ev siyaseta wê ji hêla hêzên kurdî ve bi erênî hat nirxandin.

Piştî binkeftina êrişa artêşa Tirk a dagirker a li dijî Zapê ku 9 rojan dom kir û piştî ku vekişiya û nikarî Tevgera Rizgariya Kurdistanê tune bike, Erdogan bang li Iraqê kir ku PKK`ê ji axa Başûrê Kurdistanê derxe. 

SERKEFTINA ZAPÊ JI BO PDK`Ê JÎ BÛ SERKEFTIN

Serkeftina PKK`ê ya li hemberî artêşa Tirk a dagirker a li Zapê ya sala 2008`an, hêza PDK`ê xurttir kir ku ew jî ji bo wê serkeftinek bû. Dewleta Tirk fêm kir ku nikare PKK`ê tune bike, ji ber wê û di çarçoveya amadekariyên pêkanîna êrişên berfirehtir li dijî PKK`ê de têkiliyên xwe bi PDK`ê re bi pêş xistin, di warên îstixbarat, aborî û leşkerî de hebûna xwe ya li Başûrê Kurdistanê zêde kir.

Di navbera 2008-2013`an de dewleta Tirk hebûna xwe ya li Başûrê Kurdistanê xurttir kir. Bi hemû rêbazan hewl da her nêzîkbûneke di navbera hêzên kurdî de asteng bike. Roleke mezin di têkbirina hewldanên lidarxistina kongreya nîştimanî ya giştî de sala 2013`an lîst ku çavê gelê Kurd lê bû.

YEKITIYEKE NÎVCOMAYÎ

Sala 2014`an piştî êrişên çeteyên DAIŞ`ê bi desteka yekser a dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê ku êdî nêzî Hewlêrê bûn, têkiliyên di navbera hêzên Kurdan de hinekî bi pêş ketin ku mirov dikare wek yekitiyeke nîvcomayî bi nav bike. Dewleta Tirk a dagirker a ku PDK`ê wek hevalbenda xwe didît, bangewaziyên wê yên rêgirtina li pêşiya êrişên çeteyên DAIŞ`ê bê bersiv hiştin. Ji ber ku dewleta Tirk di rastiyê de dixwaze tişta ku sala 2003`yan bi şaşiya mezin bi nav kiriye, rast bike ku piştî mudaxeleya Amerîkayê avabûna Federasyona Başûrê Kurdistanê hat ragihandin.

Ya ku bersiva bangewaziya PDK`ê da jî PKK bû ku li rex pêşmergeyan li dora Hewlêrê û eniya Mexmûrê li dijî DAIŞ`ê şer kir. Gelê Başûrê Kurdistanê jî şahidê vê yekê ye. Bi dehan dîmen hene ku îsbat dikin ku HPG ji bo şikandina êrişên DAIŞ`ê derbasî Hewlêrê bû. Mesûd Barzanî ku wê demê serokê hikumetê bû, dema serdana Kampa Mexmûr kir û bi gelek fermandarên PKK’ê re civiya, bi xwe berxwedana şervanên HPG`ê silav kir.

Pêşketina ku di navbera hêzên kurdî de ya li dijî DAIŞ`ê çêbûye, ne li kêfa dewleta Tirk bû, ji ber wê dîsa dek û dolab gerandin da ku wê pêşketinê tune bike. Ji ber wê dewleta yekemîn bû ku li pêşiya referanduma serxwebûnê derket. Pê re hevdîtin bi Bexda û Îranê re çêkirin. Her wiha li nêzî dergeha sînor a Îbrahîm Xelîl bi hikumeta Bexdayê re rahênanên leşkerî li dar xistin û bi rêya wê peyameke gefxwarinê da PDK`ê.

Piştî referandumê, hikumeta Iraqê di 1`ê Cotmeha 2017`an de êrişî Kerkûkê kir. Di vir de divê em rola mezin a HPG`ê bi bîr bixin ku bajar parast û herî dawî ji bajêr derket.

ENCAM

Divê em balê bikişînin ser du nuqteyên girîng. A yekê ew e ku heke hêzên kurdî bibin yek dikarin destkeftiyên mezin di demeke nêz de bi dest bixin. Ya din ew e ku dewleta Tirk hewl dide bi tevahiya rêbazan her nêzîkbûneke di navbera hêzên Kurdan de têk bibe.

Lê ya herî girîng ew e ku hebûna PKK`ê li Başûrê Kurdistanê rewa ye û ji bo doza gelê Kurd li Kurdistanê bi giştî tê dikoşe. Pêdiviya wê bi lihevkirinan tune ye da ku têkoşîna xwe bidomîne. Ya din gelek lihevkirin di navbera hêzên kurdî yên Başûrê Kurdistanê û PKK`ê de hene ku rewabûnê dide hebûna PKK`ê ya li herêmê. Daxwazên rêveberên PDK`ê yên derketina PKK`ê ji Başûrê Kurdistanê, ne rewa ne.

(şx)

ANHA