Rêveberiya Xweser li Kobanê: Komkujiya 25'ê Hezîranê bû hêz û xurkirina baweriyê

Meclisa kantona Kobanê got, komkujiya 25`ê Hezîranê ya ku DAIŞ' li Kobanê pêk aniye, şermezar kir û diyar kir ku ji bo ku komkujiyên din êdî dubare nebin, baweriya di navbera rêveberî û gel de hatiye xurtkirin û israra têkbirina aştiya navxweyî û jiyana hevbeş li herêmê, bilindtir kir.

Rêveberiya Xweser li Kobanê: Komkujiya 25'ê Hezîranê bû hêz û xurkirina baweriyê
25 hezîran, 2021   13:16
KOBANÊ

Meclisa Kantona Kobanê îro bi amadebûna bi dehan rêveberî û endamên Rêveberiya Xweser a herêma Firatê, meclisên Girê Spî û saziyên civaka sivîl, bi boneya şeşemîn a salvegera komkujiya 25'ê Hezîranê ya sala 2015'an ku DAIŞ'ê li gundê Berx Batan û bajarê Kobanê, pêk anîbû de, daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi zimanê Kurdî ji hêla hevseroka meclisa kantona Kobanê, Leyla Ehmed û bi zimanê Erebî jî ji aliyê endamê desteya rêveber ya Zanîngeha Kobanê, Ebdurehman Demir ve hat xwendin, daxuyanî wiha ye:

"Îro şeşemîn salvegera roja qiyametê li bajarê berxwedanê Kobanê ye. Hêzên tarî êrişî Kobanê kir û hemû taxên Kobanê kirin armanc, çeteyên DAIŞ heta pîr, jin û zarok jî ji hovîtiya xwe bêpar nehîştin. Her kesa/ê ku kete ber namlûya çekên wan bûn qurbanî. Hewl da di nava bajarê ku bi saya YPG`ê, YPJ`ê û Asayîşê bûbû cihê herî bi ewle de tires belav bikin.

Di encama komkujiyê de, bi sedan xort, keç û rûspiyên Kobanê şehîd bûn. Lê ew komkujî bû hêzek û bawerî di navbera rêveberî û gel de ava kir, her wiha  ji bo hewildanên têkbirina aştiyê û jiyana hevpar di nav gelên herêmê de zêde kir. Yekîneyên Parastina Gel bi alîkariya gel Kobanê ji çeteyên terorîst paqij kir û ewlehiya herêmê vegerand. Bi vî awayî hemû hewldanên koçberkirina şêniyên vî bajarê ku di cîhanê de deng vedaye hatin têkbirin.

Em weke meclisa kantona Kobanê, sersaxiyê ji malbatên şehîdên ku bi xwîna xwe riya azadiyê xêz kirine û tevahî gelê Kobanê re dixwazin û bejna xwe li hember şehîdan ditewînin.

Di komkujiya 25'ê Hezîranê ya sala 2015'an de, 233 sivîl ji bajarê Kobanê û gundê Berx Batan hatin şehîdxistin.

(dx)

ANHA