​​​​​​​Kurdiyar Dirêî: AKP û MHP`ê hevpeymanek li ser têkbirina doza kurdî ava kiriye

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran Kurdiyar Dirêî diyar kir ku dewleta Tirk bi kiryarên li dijî HDP`ê dixwaze di hilbijartinên 2023`yan de bi ser bikeve û şerekî li Bakur derxe û got "AKP û MHP`ê hevpeymanek li ser têkbirina doza kurdî ava kiriye."

​​​​​​​Kurdiyar Dirêî: AKP û MHP`ê hevpeymanek li ser têkbirina doza kurdî ava kiriye
25 hezîran, 2021   23:36
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Kurdiyar Dirêî diyar kir ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) her dem ji bo demokrasî û mafên mirovan dixebite, lê li beramberî wê zîhniyeta Îxwan El-Muslimîn a AKP`ê heye ku jê re ne girîng e gel bên kuştin û welat xerab bibe.

Êriş û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Kurd zêdetir dibin. Ji bilî êrişên leşkerî yên li ser Başûrê Kurdistanê û hewldanên dagirkirina herêman, li Bakurê Kurdistanê jî dixwaze Kurdan bê deng bike.

Kurdiyar Dirêî ji ANHA'yê re axivî û da zanîn ku rewşa Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê awarte ye û wiha got: "Îro li Rojavayê Kurdistanê planên dewleta Tirk li dijî projeya demokratîk hene, hem di aliyê valakirina ava çemê Firatê de hem jî di aliyê valakirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî de."

Dirêî da xuyakirin ku li Bakurê Kurdistanê aloziya dewleta Tirk a dagirker ji hemû aliyan ve pir mezin e û wiha dom kir: "Her dem armanca dewleta Tirk li dijî doza kurdî ye, AKP û MHP`ê hevpeymanek li ser têkbirina doza kurdî ava kiriye."

Kurdiyar Dirêî got: "Me dît serokekî mafyaya Tirk Sedat Peker ragihand ku dê dewleta Tirk hin komkujiyan pêk bîne, ji ber ku rejîmeke tirsonek e û li ber hilweşandinê ye."

Dirêî da zanîn ku dewleta Tirk ji dema avabûna xwe ve hetanî roja îro tim hebûna xwe li ser tunekirina Kurdan dibîne.

‘ARMANCA ÊRIŞÊN LI DIJÎ HDP'Ê GELÊ KURD E’

Di 7`ê Hezîranê de dozgeriya Tirk îdianameyek ji bo girtina HDP`ê amade kir. Di 21`ê heman mehê de Dadgeha Destûrê ew îdianame qebûl kir. Di îdianameyê de hatiye xwestin ku qedexeya siyasî li 452 siyasetmedaran bê ferzkirin.

Dirêî destnîşan kir ku armanca Erdogan ne tenê HDP ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Armanc gelê Kurd bi giştî ye. Em dibînin çawa bê navber êrişî Başûr dike, li Bakur dewleta Tirk dizane doza gelê Kurd di hundirê wê de ye, ji bo vê yekê dixwaze bi rêya şer doza kurdî biqedîne."

Dirêî wiha axaftina xwe dewam kir: "Lewra me dît şehîdxistina Denîz Poyraz ne ji rêzê bû, bi destê hikumeta AKP û MHP`ê bû, her wiha bi destê mafyaya Tirkiyê bû ku têkiliyên wê bi dewleta Tirk re hene da ku şerekî navxweyî li Tirkiyê rû bide." 

Dirêî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze şerek li Bakur rû bide û wiha dom kir: "Da ku di hilbijartinên dewletê yên 2023`yan de rêjeyeke mezin a dengan bi dest bixe û bikare dîsa serdestiye dewleta Tirk bike."

‘DIVÊ GELÊ BAKUR LI BER XWE BIDE’

Kurdiyar Dirêî da zanîn ku çi qasî sîtemkarî, zilm û zorî zêdetir dibe ew qasî dawiya wê nêzîktir dibe û wiha got: "Îro Erdogan jî di tirsa xwe de ye ku êdî wê têk biçe, ji ber ku bi hovîtî li dijî gelê Kurd derdikeve. Tiştê ji gelê Kurd tê xwestin, li ber xwe bide."

Dirêî wiha got: "Gelê me yê li Bakur gelekî qehreman e û pir zindan dîtine, çi qasî dewleta Tirk kiryar û komkujiyan li dijî wan pêk bîne da ku wan bê deng bike lê ji berê de heta niha em dibînin gelê Bakur li kolanan e."

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran Kurdiyar Dirêî di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Bakurê Kurdistanê kir ku ji planên dewleta Tirk a dagirker hişyar be û wiha got: "Em bang li hemû tevgerên siyasî yên kurdî yên li her çar parçeyên Kurdistanê dikin ku şerekî bênavber li hember dewleta Tirk ji hemû aliyan ve ragihînin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/YNlZZ-GqhOs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>