​​​​​​​Dewleta Tirk gundewarên Amêdiyê bombebaran dike

Dewleta Tirk a dagirker ji duh ve derdora gundên Mijê û Spîndara yên Amêdiyê bombebaran dike, agir bi daristanan ketiye.

​​​​​​​Dewleta Tirk gundewarên Amêdiyê bombebaran dike
25 hezîran, 2021   12:51
NAVENDA NÛÇEYAN 

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker navbera gundên Mijê û Spîndara yên ser bi navçeya Amediyê ya Dihokê bombabaran dike.

Li gorî nûçeya malpera Êsta, bombebarana artêşa Tirk a li herêmê berdewam e û her du gund 5 kîlometre ji navçeya Amediyê dûr in.

Li gorî heman malperê ji ber bombebaranê agir bi daristanên herêmê ketiye û bombebaran jî berdewam e.

Ji duh ve derdora  her du gundan tê bombebarankirin. Duh di encama bombebarana gundê Dereşê ya nêzî Spîndara de projeyeke sewalkariyê bûbû hedef û di encamê de 150 pez hatibûn kuştin.