'Aliyên derve hewl didin fitneyan di navbera gel û rêveberiyê de derxin'

Hevserokê Yekitiya Parêzerên Minbicê Xelîl El-Ehmed diyar kir ku hin destên derve li pey provakasyonên ku di demên dawî de li bajar çêbûne ne û got, Rêveberiya Sivîl bi aqilane nêzîk bû û agirê fitneyê vemirand.

'Aliyên derve hewl didin fitneyan di navbera gel û rêveberiyê de derxin'
25 hezîran, 2021   06:40
MINBIC

Aliyên derve yên li dijî projeya demorkatîk a li herêmê hewldanên xwe yên têkbirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û derxistina fitneyan di navbera pêkhateyan de zêde kirin. Hewldana herî dawî provakasyonên ku di demên dawî de li bajarê Minbicê derketin e. Hişyarbûna gel û nêzîkatiya aqilane ya Rêveberiya Xweser ev hewldan vala derxistin.

Têkildarî mijarê Hevserokê Yekitiya Parêzerên Minbicê Xelîl El-Ehmed got:"Li ser bûyerên dawî ku li bajarê Minbicê rû dan, xwepêşandan dest pê kir ku banga mafên rewa dikirin, lê hin kes ku aliyên derve li pişt wan in ehwl dan van xwepêşandanan veguherînin kiryarên xirabkirin."

Xelîl El-Ehmed diyar kir ku destên derve ji aramî û ewlehiya li Minbicê ne razî ne  û wiha domand: " Rêveberiya Xweser bi aqilane nêzî vê pirsgirêk bû, lêçûna dermankirina birîndaran girt ser xwe, şandeyek ava kir da ku bi şêniyan re dan û standinê bike. Şandeyê çi jê hat xwestin pêk anîn da ku agirê fitneyê vemirîne. Gelê Minbicê li hemberî kesên ku fitne derxistin sekinî."

El-Ehmed destnîşan kir ku tenê yek armanca gel heye ew e ku daxwaza wê ya rewa bi cih were û got: "Tu armancên siyasî yên gel ji van xwepêşdanan tunene, lê aliyên derve hewl didin xeta van xwepêşandanan biguherin û fitneyê di navbera gel û rêveberiyê de biafirînin."

Xelîl El-Ehmed bal kişand ser rola şêx û rûspiyên Minbicê di vê mijarê de û diyar kir ku rola wan di vê mijarê de baş bû, gelek şande ava kirin da ku bi şênî û rêveberiyê re nîqaş kir, her wiha bi malbatên ku ferdên xwe di xwepêşdanan de winda kirine re nîqaş kir.

Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Minbicê dawiya axaftina xwe de bang li şêniyan kir ku aramiya herêmê biparêzin û li pey van kesên ku armancên wan ew e ku bajêr birûxînin, neçin

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/-XQHc-DdCUM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>