Mistefa Îto: Komkujiya Kobanê berdewamiya komkijiyên li dijî Kurdan e

Hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Îto got: "Di dîrokê de gelek komkujî li dijî Kurdan hatine pêkanîn û sûcdar yek e, komkujiya Kobanê berdewamiya komkujiya Dêrsimê ye." Îto anî ziman ku bêdengiya Koalîsyona Navneteweyî cesaretê dide Tirkiyê da ku xeta xwe ya xwînrij bidomîne.

Mistefa Îto: Komkujiya Kobanê berdewamiya komkijiyên li dijî Kurdan e
25 hezîran, 2021   04:26
KOBANÊ-NÎHAD KERHO

Di dîroka her neteweyekê de rojeke reş heye, lê li dijî neteweya Kurd gelek komkujî hatine kirin. Ji wan; komkujiya barbanga 25'ê Hezîrana 2015'an e ku çeteyên DAIŞ'ê li dijî sivîlên li bajarê Kobanê û gundê Berx Batan pêk anîbûn. Di encama vê komkujiyê de zêdetirî 233 sivîl şehîd bûn.

Têkildarî mijarê hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Îto axivî û got: "Me ji destpêkê ve dizanî ku DAIŞ`ê bi serkêşiya Tirkiye li dijî Kurdan şer dike. DAIŞ'ê ne tenê rêxistineke da ku şer derxîne, lê îdeolojiyek e ku Erdogan serkêşiyê jê re dike û armanc jê ew e ku zihniyeta gelên azadîxwaz ên li Rojhilata Navîn tune bike."

Mistefa Îto anî zima ku li dijî gelê Kurd gelek komkujî hatine kirin, sûcdar yek e lê bi rûyekî din e û wiha domand: "Em nikarin dîroka komkujiyan ji ev parçe bikin an jî têkoşîna kurdan a ji bo jiyaneke bi rûmet înkar bikin, di heman demê de em nikarin komkujiyên ku li dijî kurdan hatine kirin ji hev parçe bikin."

Îto diyar kir ku komkujiya li Kobanê xaleke reş li rûyê mirovahiyê ye û tolhildana ji têkçûna DAIŞ'ê ye û got: "Kesên ku li hemberî komkujiyê bêdeng man li pey vê komkujiyê ne, bi taybet dewleta Tirk  ku deriyê sînor ê Murşid Pînarê vekir û derbasbûna çeteyan a ji hundirê bajar re hêsan kir. "

Mistefa Îto diyar kir ku diviyabû ku dewleta Tirk bi destpêka şerê navxweyî li Sûriyê re parastina sînorê xwe kiriba û nehiştiba ku terorîst derbasî herêmên Sûriye bibane û wiha pê de çû: "Lê deriyên xwe li pêşiya çeteyên DAIŞ`ê vekir û derbasbûna wan a ji Rojava re hêsan kir, ev tevde bi dîmenan belgekirî ne, ji ber ku dewleta Tirk dema demokrasî û jiyana hevbeş a pêkhateyan li Rojhilata Navîn dibîne tengezar dibe."

Hevserokê Meclisa Kantona Kobanê îşaret bi komkujiyên li herêmê pêk tên kir û ev lê zêde kir: "Hemû komkujiyên ku li herêmê pêk tên destên Tirkiyê tê de hene, bêdengiya Koalîsîyona Navneteweyî cesaretê dide wê ku xeta xwe ya xwînmij berdewam bike, kiryarên ku îro li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk tên berdewamiya komkujiya ku beriya çend salan li Kobanê pêk hat."

Mistefa Îto destnîşan kir bêdengiya dewletên mezin a li hemberî hişmendiya dewleta Tirk û sûcên ku pêk tîne wê bi rehetî derbas nebe, lê belê dê Tirkiye li pêşiya wan bibe kelemek  ji ber ku  ji hişmendiya  DAIŞ`ê ne cudatir e ku armanca wa têkbirina çanda gelê herêmê û dîroka wan e.

Di dawiyê de Hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Îto bang li gelê Kurd kir ku li hemberî kiryarên dewleta Tirk û sûcên wê bêdeng têkoşînê geş bikin, her wiha bang li partiyên siyasî jî dev  ji berjewendiyên xwe yên kesayetî berdin, di berjewendiyên gelê Kurd de bifikirin û ewlehiyê ji wan re misoger bikin.

(eh)

ANHA