​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A HAWARÊ YA 25-6-2021`AN

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A HAWARÊ YA 25-6-2021`AN
24 hezîran, 2021   23:00

-Şêniyên Kobanê û gundê Berxbatan şehîdên komkujiya 25’ê Hezîranê di salvegera 6’mîn de bi bîr tînin, saet 20:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Li gorî hin şahidên komkujiyê û îtîrafên çeteyên beşdar bûne, ji bo komkujiya Kobanê armanc û berjewendiyên siyasî hene ku yekser dewleta Tirk li pey wê ye, lê pirsa di vir de; gelo dewleta Tirk çawa piştgiriya çeteyên DAIŞ’ê di komkujiya Kobanê de kir? (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Malbatên şehîdan rola PDK`ê di siyaset û êrişên dewleta Tirk de şermezar kir û banga sekna bi hêzên gerîla re kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Îto got: "Di dîrokê de gelek komkujî li dijî Kurdan hatine pêkanîn û sûcdar yek e, komkujiya Kobanê berdewamiya komkujiya Dêrsimê ye." Îto anî ziman ku bêdengiya Koalîsyona Navneteweyî cesaretê dide Tirkiyê da ku xeta xwe ya xwînrij bidomîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hevserokê Yekitiya Parêzerên Minbicê Xelîl El-Ehmed diyar kir ku hin destên derve li pey provakasyonên ku di demên dawî de li bajar çêbûne ne û got, Rêveberiya Sivîl bi aqilane nêzîk bû û agirê fitneyê vemirand. (BI WÊNE Û DÎMEN)

KURDISTAN

- Dîroka Kurdan bi belgeyan dide xuyakirin ku Kurd tenê bi yekitiya xwe dikarin li hemberî hemû êriş û komployan bisekinin û xwe biparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Heyat Siqûr jineke Ereb e û ji parêzgeha Lazîqiyê ye. Heyat piştî ku Kurdan nas dike fêrî zimanê kurdî dibe û niha jî dixwaze kurdî hîn bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Endama Meclisa Serokatiya MSD`ê Fehîme Hemo got qaşo Îtîlafa Sûrî ya ne "Niştimanî" veguherîye alaveke sîxurtiyê, derbasî herêman dibe û xizmeta dewleta Tirk a dagirker dike, ji lew re divê muxalif ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê ber bi diyalogan ve biçe.‏ (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

- Li Idlibê careke din şerê di navbera hikumeta Şamê û dagirkeriya Tirk de gûr dibe. Ev yek hemwextî hevdîtinên navneteweyî yên berfireh rû dide. Gelo sedema vê yekê û sînorê wê çi ne? (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

- Diyalogên ne rasterast ên têkildarî sînorê deryayî yê di navbera Îsraîl û Lubnanê de careke din dest pê kir. Domandina van diyalogan bê guman daxwaza Îsraîlê ye, di heman demê de daxwaza Lubnanê ye. Lê armancên her du aliyan ji hev cûda ne. Gelo wê diyalog bighêjin encamekê? BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

- Di malbatekê de ku rihê hunerê bilind e, meqamê resen tev li awazên ûdê bav dibe, paşê dengê dayik û keça wê bedewiyekê dide ku hûrgiliyên civaka xwe vedibêjin, dengê vê malbatê bi hev re dibin yek û dengekî xweşik li tevahî malê belav dikin. BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA