​​​​​​​Malbatên şehîdan bang kir ku derfetê nedin dagirkirina Başûrê Kurdistanê

Malbatên şehîdan rola PDK`ê di siyaset û êrişên dewleta Tirk de şermezar kir û banga sekna bi hêzên gerîla re kir.

​​​​​​​Malbatên şehîdan bang kir ku derfetê nedin dagirkirina Başûrê Kurdistanê
25 hezîran, 2021   01:56
QAMIŞLO – KADAR ÎBRAHÎM

Ji 23`yê Nîsana borî ve artêşa Tirk a dagirker bi awayekî hovane êrişî Başûrê Kurdistanê dike û armanca wê ji vê yekê ku gelê Kurd tune bike û hebûna wî qir bike.

Têkildarî mijarê malbatên gerîlayên HPG`ê û YPG`ê ji ANHA`yê nêrînên xwe anîn ziman û rola PDK`ê ya li Başûrê Kurdistanê ya li pêşiya siyaset û êrişên dewleta Tirk, şermezar kir û her wiha hevkariya PDK`ê bi dewleta Tirk re şermezar kir.

Bavê şehîd Osman û birayê du şehîdan Îbrahîm Osman destnîşan kir ku wan wek malbatên şehîdan daye ser rêya welatparêziyê û zarokên xwe kirin berdêl da ku gelê Kurd bi azadî û aştî dûrî şerên ku dewleta Tirk ji beriya sedan salan ve û heta roja îro derdixe, bijîn.

Îbrahîm Osman got: "Dewleta Tirk piştî binketina wê ya leşkerî li pêşiya hêzên gerîla dest bi siyaseta derxistina provokasyon di navbera gelê Kurd de kir û PDK`ê kişand ber bi aliyê xwe ve û dijminatiya birayên xwe dike."

Îbrahîm Osman destnîşan kir ku wan destek da şoreşa Mistefa Barzanî di rizgarkirina Başûrê Kurdistanê de û îro jî xwîna xwe di oxira Tevgera Rizgariya Kurdistanê de didin da ku ji dagirkeriya Tirk û zîhniyeta faşîst xilas bibin.

Her wiha hevjîna şehîd Rêber û xwişka 2 şehîdan, Rewşen Abdullah ev tişt got: "Divê PDK li pey siyasetên dewleta Tirk di derxistina provokasyonan û şerê kurdî-kurdî de, neçe. Ji ber armanca dewleta Tirk ew e ku îradeya gelê Kurd bişikîne û nakokiyan di navbera wan de derxe da ku xizmeta berjewendiyên xwe yên dagirkeriyê bikin."

Rewşen piştrast kir ku ew hêzên pêşmerge wek zarokên xwe dibînin, divê PDK vê yekê baş zanibe, bi hêzên gerîla re li hember dewleta Tirk bisekinin. Rewşen bang li gelê Kurd kir ku li dijî siyasetên dagirkeriyê serî hildin.

Her wiha bavê şehîd Diyar, Elî Hacî Ehmed destnîşan kir ku tişta li ser erdê çêdibe şerê man û nemanê ye. Elî Hacî piştrast kir ku ew wek malbatên şehîdan amade ne ku zêdetir şehîdan bidin da ku her bihosteke xaka Kurdistanê rizgar bikin.

Elî Hacî di dawiyê de bang li gelê Kurd, partiyên Kurdan kir ku yekitiya xwe çêkin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/a9NdMxAGCkM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>