​​​​​​​Gelo dewleta Tirk çawa piştgiriya DAIŞ’ê di komkujiya Kobanê de kir?

Li gorî hin şahidên komkujiyê û îtîrafên çeteyên beşdar bûne, ji bo komkujiya Kobanê armanc û berjewendiyên siyasî hene ku yekser dewleta Tirk li pey wê ye, lê pirsa di vir de; gelo dewleta Tirk çawa piştgiriya çeteyên DAIŞ’ê di komkujiya Kobanê de kir?

​​​​​​​Gelo dewleta Tirk çawa piştgiriya DAIŞ’ê di komkujiya Kobanê de kir?
24 hezîran, 2021   23:37
KOBANÊ - MEYSA EKARÎ

Dewleta Tirk her tim hewl da bi tevahî rêbazan vîn û berxwedana şêniyên herêmê bi rêya rêxistinên tundraw û çeteyên mîna DAIŞ’ê, El-Nusra û qaşo Artêşa Azad têk bibe û wan li dijî herêmên Rêveberiya Xweser tev bigerîne. Girêdayî vê mijarê gelek nimûne hene.

Lê dibe ku komkujiya Kobanê û gundê Berxbatan yek ji komkujiyên herî xwîndar li ernîgariya Sûriyê ye ku di 25’ê Hezîrana 2015’an de bi dehan çeteyên DAIŞ’ê derbasî gundê Berxbatan û Kobanê bûn, di encamê de li dijî sivîlan komkujiyeke hovane pêk anîn, bi wê re 233 sivîl bûne qurbanî, jê 27 ji gundê Berxbatan in.

Di wê dem dewleta Tirk hat tawanbarkirin, bi taybet şêniyan dît ku çeteyên DAIŞ’ê di xaka Tirkiyê re derbasî Kobanê bûn û sivîl qetil kirin. Her wiha li gorî agahiyên bi dest ketibûn ku dewleta Tirk berê niyetên DAIŞ’ê yên pêkanîna komkujiyekê dizanî, bi wê re gelek pirs li ser rola dewleta Tirk di pêkanîna komkujiyekê de hene.

ÇIMA KOBANÊ?

Kobanê bajarekî kurdî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê ye û 30 kîlo metre li rojhilatê çemê Firatê ye û nêzî 150 kîlometre li bakurê rojhilatê Helebê ye.

Kobanê di 19’ê Tîrmeha 2012’yan de ji hêzên hikumeta Şamê hat rizgarkirin, bi wê re ew bû bajarê yekemîn ê Kurdan ku ji bin serweriya hikumeta Şamê hat rizgarkirin.

Şêniyên Kobanê, mîna herêmên Efrîn û Cizîrê Rêveberiya Xweser û hêzên leşkerî yên xwe ava kirin, lê belê ev yek bi kêrî hin aliyên herêmî û xwecihî nehat, fena dewleta Tirk û baskên wê yên li ser erdnîgariya Sûriyê. Bi wê re gelek aliyan dest bi şopandina Rêveberiya Xweser kir ku di Çileya 2014’an de li Cizîrê, Kobanê û Efrînê hatibû ragihandin.

Ji qaşo Artêşa Azad, Cebhet El-Nusra (Heyet Tehrîr El-Şam a niha) û heta bi çeteyên DAIŞ’ê êrişî Kobanê kir, lê şerê dijwar bi çeteyên DAIŞ’ê re bû ku êrişeke berfireh li dijî Kobanê û gundewarên wê di 15-16 Îlona 2014’an de pêk anîn. Lê bi lez gelek gund û nîvê rûbera bajêr serwer kirin, lê YPG û YPJ’ê parastina bajêr kir û piştî 134 rojan li gel şerê bênavber bajar rizgar kir û di 26’ê Çileya 2015’an de çeteyên DAIŞ’ê ji bajêr derxistin.

Her wiha YPG û YPJ’ê tevahî gundewarên Kobanê heta bi Girê Spî yê li rojhilatê Kobanê, Eyn Îsa yê li başûrê rojhilatê Kobanê û navçeya Sirînê ya li başûrê bajêr rizgar kirin, dûre şênî vegerîn bajêr û gundewarên wê û ji nû ve li kolan, tax û gundewarên Kobanê jiyanê dest pê kir.

Lê piştî têkçûnên li pey hev ên DAIŞ’ê û wek berteka li ser têkçûnên xwe yên li herêmê, çeteyên DAIŞ’ê careke din derbasî Kobanê bûn û li dijî sivîlan û bi armanca tolhildanê komkujî pêk anîn. Lê li kêleka wê jî dewleta Tirk xwest tolê ji şêniyên herêmê hilde ku wan planên ku dewleta Tirk dixwest bi hevkariya DAIŞ’ê û wekîlên dîtir li ser erdnîgariya Sûriyê pêk bîne, têk birin.

Li gorî şahidên komkujiyê, di 25’ê Hezîranê de saet 4’an sibehê, çeteyên DAIŞ’ê derbasî Kobanê û gundê Berx Botanê bûn û komkujiyeke hovane pêk anîn, serî yekser bi alaveke tûj û guleya ji nêz ve sivîl qetil dikirin, ji bilî wê jî bi sekvaniî û xweteqadinê sivîl qetil dikirin.

Çeteyên DAIŞ’ê komkujiyeke hovane pêk anî û gelek herêm serwer kirin û wiha ne; nêzî firina alî, avahiya Meclisa Kantona Kobanê, rêya başûrê Helebê, derdora benzînxaneya Mistea Derwîş a li ser rêya Şêran, rojhilat bajêr bi taybet taxên Kaniya Kurdan û Miktele, taxa Cemarik a bakurê bajêr, naverasta bajêr li nêzî Qada Azad, sûka sebzeyan a kevn, dibistana amadehî ya keçkan(nexweşxaneya Miştenor), gundê Têrmik, gundê Berx Botan ku 27 kîlo metre li başûrê Kobanê.

Çeteyên DAIŞ’ê yên ku derbasî taxan bûne cihên xwe xurt kiribûn û sivîl nêzî 3 rojan asê mabûn, her wiha di wê demê de YPG û YPJ’ê sivîlên ku asê mabûn rizgar kirin û bi erebeyên leşkerî û ambulancê derxistin derveyî bajêr, bi taybet derxistin daristana Kobanê û gundê Mezret Dawûd ku sivîlên koçber li wir bûn. Lê bi sedan malbat li ser sînorê Tirkiyê bi du şevan asê mabûn û desthilatên Tirkiyê nehiştin derbas bibin, li rojavayê Kobanê bi sedan malbat jî asê mabûn.

LI DIJÎ ŞÊNIYAN KOMKUJIYEKE HOVANE PÊK HAT

Çeteyên DAIŞ’ê hovanetirîn rêbaz û sûcên dermirovî li dijî sivîlan pêk anî, mîna serjêkirin, şewitandin û pêlîstina bi cenazeyan, di encama wê de gelek sivîl bûn qurban. Her wiha Rêveberiya Xweser  belge kir ku 233 sivîl di wê komkujiyê de şehîd bûbûn, jê 27 ji Berx Botan in, piranî zarok, jin û temenmezin in.

Çeteyên DAIŞ’ê cilên YPG û Artêşa Azad li xwe kiribûn û di malan de êrişî sivîlan kirin, malbat bi giştî ser jê kirin û her kesê rastî wan dihat qetil dikirin.

Li gorî raporên ku gelek rêxistinên mirovî amade kiribûn, komkujiya ku çeteyên DAIŞ’ê pêk anîne qirkirina komî li dijî kurdan e, ji ber bajar herêmeke kurd e û bi qetilkirina sivîlan bi awayekî bizanabûn hatin tawanbarkirin.

‛KOMKUJIYA KOBANÊ BI ARMANCA TOLHILDANA TÊKÇÛNA DAIŞ’Ê BÛ’

Girêdayî mijarê, Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Herêma Firatê Bekir Hec Îsa wiha got: "Komkujiya Kobanê, ji bo tolhildana ji têkçûna DAIŞ’ê, serkeftina berxwedana şêniyên Kobanê û destkeftiyên YPG û YPJ’ê bû. Ji ber dewleta Tirk fikireya serkeftina Kobanê li dijî şirîkê xwe DAIŞ’ê tehemûl nekir."

Bekir Hec Îsa diyar kir ku hewldanên dewleta Tirk ên têkbirina berxwedana Kobanê hebûn û wiha domand: "Di 29.11.2014’an de, dema berxwedana şêniyên Kobanê li dijî êrişên DAIŞ’ê yên hovane çêbûye, dewleta Tirk bi erebeya leşkerî di dergeha Murşid Pinarê ya bi ser sînor ve derbasî Kobanê û li ber derî teqand, di encamê de gelek şehîd û birîndar çêbûn, lê belê nikarî berxwedana şêniyên herêmê têk bibira."

Bekir destnîşan kir ku ew bûyer hewldana yekemîn a dewleta Tirk bû ku berxwedana şêniyên herêmê têk bibin, lê hewldana duyemîn di 25’ê Hezîrana 2015’an de bi rêya pêkanîna dewleta Tirk a komkujiya bi destê çeteyên wê pêk hat, lê dîsa jî şêniyên herêmê planên dijmin têk birin.

Hec Îsa da zanîn ku armanc ji wê komkujiyê, têkbirina rihê berxwedana Kobanê, tirsandina şêniyan bû, da ku kesên koçber bûne venegerin û yên vegerîne jî koçber bibin, her wiha fikireyekê bide ku Kobanê ne ewle ye û hîna di bin xeteriya gefên DAIŞ’ê de ye, lê armanc jî dikeve berjewendiya dewleta Tirk.

Hec Îsa destnîşan kir ku ew planên dewleta Tirk in ku gelê herêmê koçber bike û komkujiyan li dijî wan pêk bîne û wiha domand: "Dewleta Tirk hîna jî li gorî wan planan tev digere. Ew yek jî bi rêya dagirkirina gelek herêmên ji bakurê Sûriyê û pêkanîna komkujiyan li dijî gelê wê herêmê, bi taybet li dijî jinan li herêmên Kurd; Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, eşkere dibe."

Li gorî Hevseroka Nivîsgeha Têkiliyên PYD’ê ya Herêma Firatê Bekir Hec Îsa, ew komkujî zihniyeta dewleta Tirk a bi dirêjahiya dîroka wê ji qirkirina gelên Ermen, Aşûrî û Kurd eşkere dikin û heta niha di wê metodê de berdewam dike.

Tevî ku dest û piştgiriya dewleta Tirk di gelek sûc û komkujiyên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, çi li herêmên dagirkirî çi li herêmên Sûriyê hene, lê tevgereke navneteweyî ji bo muhasebekirina dewleta Tirk û berpirsên wê tune ye.

(fr)

ANHA