Hêzên hikumeta Şamê bê navber ‘herêma bêçek’ topbaran dikin

Ev 3 roj e hêzên hikumeta Şamê nuqteyên dewleta Tirk a dagirker ên li “herêma bêçek” topbaran dikin.

Hêzên hikumeta Şamê bê navber ‘herêma bêçek’ topbaran dikin
25 hezîran, 2021   08:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) hêzên hikumeta Şamê vê sibê dora gundê Qemînas ê rojhilatê Idlibê topbaran kir ku nuqteyeke dewleta Tirk a dagirker lê heye. Her wiha Fitîra, Filêfil, Bînîn ên Başûrê Idlibê jî bi dijwarî kirin hedef.

Duh piştî nîvê şevê li eniya Keferrûma ya başûrê gundewarên Idlibê, dema hêzên hikumeta Şamê hewl da derbasî nava deverên di bin kontrola çeteyan de bibin, şer di navbera wan û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de derket ku di encamê de li gorî agahiyan windahî hene.

Navendê destnîşan kir ku duh hêzên hikumeta Şamê bi çekên giran 2 nuqteyên artêşa Tirk a dagirker ên li gundê Micazir û derdora Seraqibê yê gundewarê Idlibê topbaran kirin û top li nêzî komeke erebeyên leşkerî ketin.

(şx)