Rûsya gereke nû ya Astanayê ragihand

Rûsyayê dema gereke nû ya civînên Astanayê yên taybet bi Sûriyê ragihand ku ew ê dawiya meha Tîrmeha li paytexta Kazakhistanê ya bajarê Nûr Sultan li dar bikeve.

Rûsya gereke nû ya Astanayê ragihand
24 hezîran, 2021   16:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê serokê Rêveberiya Operasyonên Sereke ya Desteya Erkana Giştî ya artêşa rûsî Jaroslav Moskalek îro dema tev li dewreya 9`an a Kongreyê Moskovê yê Ewlekariya Navneteweyî bû got: "Em bi awayekî çalak tev digerin da ku aloziya Sûriyê di çarçoveya  reforma Astanayê de çareser bikin, ku dê di 6-8’ê Tîrmehê de gereke nû li Nûr Sultan li dar keve."

Gera 15`an a diyalogên rêgeha Astanayê di 18`ê Sibata 2021`ê de bi daxuyaniyekê bi dawî bû ku ji daxuyaniyên gerên berê cudatir bûn, nexasim bi bendên girêdayî serweriya Sûriyê û serxwebûna wê, ya din girêdayî hevpeymana agirbestê ya li herêmên bakurê rojavayê welat e. Li aliyekî din jî garantorên gerê Rûsya, Tirkiye û Îranê dixwazin serweriyan li hev parve bikin û erda Sûriyê jî dagir bikin.

(eh)