Rêveberiya Sivîl a Minbic: Em ê li gorî derfetan daxwazên gel bi cih bînin

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê bi daxuyaniyekê ragihand ku amade ye li gorî derfetan daxwazên şêniyan bi cih bînin.

Rêveberiya Sivîl a Minbic: Em ê li gorî derfetan daxwazên gel bi cih bînin
24 hezîran, 2021   15:56
MINBIC

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê bi amadebûa nûnerên sazî û komîteyên rêveberiyê, Meclisa Leşkerî ya Minbicê û şêx û rûspiyan daxuyanî da. Hevseroka Meclisa Rêveber a Minbic û gundewarê wê Nezîfa Xelo daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

"Piştî xwepêşandanên gel ên bi daxwaza xizmetguzariyê, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbicê û gundewarê wê û Meclisa Leşkerî ya Minbicê gelek civîn bi şêx û rûspiyên herêmê û rewşenbîrên wê re pêk anîn, da ku li ser mijarê bisekinin û li gorî derfetan daxwazên wan bi cih bînin.

Di civîna yekemîn a awarte de, rêveberiyê tavilê û li gorî derfetan ev pêk anî:

-Hemleyê Erka Xweparastinê li bajarê Minbicê û gundewarê wê rawestand û mijar radestî aliyên têkildar kir da ku vê qanûnê careke din di ber çavan re derbas bike.

-Piştî bûyerên dawî tevahî girtî dimildest hatin berdan

-Ji bo lêpirsînê derbarê bûyerên ku rû dane û muhasebekirina kesên li pey wê de komîteyek hate avakirin.

-Ji bingehê exlaqî û mirovî rêveberiyê lêçûna dermankirina birîndaran girt ser xwe û komîteyeke tenduristiyê ava kir ji bo ku rewşa heta şîfayê bişopîne.

-Piştre jî rêveberiyê komîteyeke serbixwe ava kir da ku geşedanan bişopîne û bi komîteya hatiye avakirin  a ku ji eşîrên herêmê re û malbatên qurbaniyan re pêk tê, hevdîtinan pêk bîne. Ev komîte dereng hate avakirin an ku zêdetir 10 rojan. Piştre vê komîteyê du hevdîtin bi komîteyên navborî re pêk anîn, li ser mekanîzmeya pêkanîna daxwazên rewa yên şêniyan nîqaş kirin û nêrîn parve kirin. Di van her du hevdîtinan de mijara dayîna tawîza madî ji bo mabatên qurbaniyan re hate pêşniyarkirin, ku li gorî adet û urfên herêmê me. Malbatan daxwaza sed hezar dolarî ji bo her qurbaniyekî xwest. Lê komîteyê ev miqdar red dikir ta ku nebe urfek ji urfên herêmê re. Di encamê de eşîran Minbicê ev yek bi tundî red kir.

-Dûvre rêveberiyê gelek civinên berfireh bi gelek eşîran re û civînên gel bi hemû eşîr, rewşenbîr û rêveberiyên Minbicê û civîneke din bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re li dar xistin. Em encamên van civînan ji şêniyên xwe yên li bajarê Minbicê re eşkere dikin, ruxmî ku gelek astengî û kelem li derdora herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî û Minbicê bi taybet hene em daxwazên wan di ber çavan re derbas dikin. Ji wan:

-Nivîsgeha Erka Xweparastinê ya Rêveber Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo guhartina qanûna Erka Xweparastinê û jinûve formekirina wê dixebite.

-Divê madeyên bingehîn ên ku gel xwestine; hesinê avahiyan, çemento, sotemenî bi hemû cureyên wê, cereyên gazê yên malan, başbûna nan ...hwd, di demeke de kurt ku zêdetirî 15 rojan ji dîroka wê dirêj neke, werin dabînkirin.

-Li gorî urf û kevneşopiyên herêmê û eşîran dê tawîza madî ji malbatên qurbaniyan re werin dayîn, her wiha dê rêveberî li gorî derfetên xwe alîkariya van malbatan bike.

-Ji bo şênyên herêma El-Şiyox, mijara wan ji aliyên têkildar re hat pêşkêşkirin û dê bi awayekî cidî li ser mijarê bisekinin.

-Dê rêveberî lîsteyeke danasîna gumrikê li ser kanalên xwe yên fermî û li ser tevnên civakî belav bike, da ku şênî ji van xerc û rastiya wan haydar bin ku tevliheviyê radike û zanîna van bacan her tişt ji gel re zelal dibe.

-Ji bo milkên gel, komîyet hat avakirin da  ku li ser wê bisekine, eşkere bike û dê encamên wê bi lez werin ragihandin.

Divê ev komîteyên hatine avakirin li hember çi bûyerên ku armancên wan pêkanîna tevlihevî û aloziyê li Minbic û gundewarên wê bin, berpirsiyar bin.

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên wê bang li şêniyên xwe bi tevahî pêkhate û eşîrên wê dike ku ji ewlehî û aramiya bajarên xwe ku hûn ji salan ve tê de dijîn berpirsiyar bin û nekevin xefka destên derve yên bi nûnertiya hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker ku hewl didin tevliheviyê çêkin.

Em di wê baweriyê de ne ku dê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên wê, Meclisa Leşkerî ya Minbic, şêx û rûspiyên eşîrên wê, vê aloziyê derbas bikin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/qFAhGGd_gPM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>