Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê bêdengiya navneteweyî li hember sûcên Tirkiyê şermezar kir

Meclisa Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê ya Tebqayê bi daxuyaniyekê bêdengiya navneteweyî ya li hember sûcên dewleta Tirk û kiryarên wê yên nerawa li herêmê şermezar kirin û bang li gelên herêmê kir ku tev li şerê azadiyê ya li dijî dagirkeriya faşîst bibin.

Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê bêdengiya navneteweyî li hember sûcên Tirkiyê şermezar kir
24 hezîran, 2021   16:33
TEBQA

Cîgirê Serokê Meclisa Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê ya Tebqayê daxuyanî li pêş avahiya partiyê xwend û wiha tê de hate gotin:

"Piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û qetilkirin, koçberkirin û wêrankirina malan, çewisandina çand û azadiyan, em Meclisa Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê bêdengiya navneteweyî ji van kiryar, sûcên dermirovî û derexlaqî şermezar dikin.

Em li dijî van êriş û sûcên li dijî xaka me, qetilkirin û koçberkirina şêniyên ji herêmên dagirkirî disekinin û ji cîhanê tevahî re dibêjin ev xaka sûriyan e û ne ji mafên kesî ye ku destwerdanê bike û şêniyên sûrî parastina wê dikin.

Divê gelê me tev li hemleya "werin cenga azadiyê, cenga parastina xak û rûmetê" û divê em bi yek destî li dijî dijminê faşîst bisekinin û parastina xak û rûmeta xwe bi hemû hêza xwe bikin.

Em li ser şopa şênî û şehîdên xwe ne heta armancên wan pêk bînin û dagirkeriyê têk dibin."

Daxuyanî bi diruşmên şermezarkirina dagirkeriyê û piştgiriya QSD’ê bi dawî bû.

(fr)

ANHA