Topbaranên Tirkiyê û moşekên wê, gefan li şêniyên Girê Spî dixwin

Dewleta Tirk a dagirker ji beriya du rojan ve gundên li rojavayê Girê Spî bi armanca valakirin û koçberkirina şêniyan û dagirkirina wê, bi çekên giran topbaran kirin, li hember wê jî şêniyan got ew li ser xaka xwe ne û dê asta berxwedana xwe bilind bikin û piştgiriya hêzên xwe li dijî êrişên dagirkeriyê bikin.

Topbaranên Tirkiyê û moşekên wê, gefan li şêniyên Girê Spî dixwin
Topbaranên Tirkiyê û moşekên wê, gefan li şêniyên Girê Spî dixwin
Topbaranên Tirkiyê û moşekên wê, gefan li şêniyên Girê Spî dixwin
Topbaranên Tirkiyê û moşekên wê, gefan li şêniyên Girê Spî dixwin
Topbaranên Tirkiyê û moşekên wê, gefan li şêniyên Girê Spî dixwin
Topbaranên Tirkiyê û moşekên wê, gefan li şêniyên Girê Spî dixwin
24 hezîran, 2021   15:48
EYN ÎSA-DICLE EHMED

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di dirêjahiya du rojên borî ve bi çekên giran gundên Leqleqo, Zenobıya, Erida, Sewan, Birzinar, Xirbet Beqer, Kêçiqran, Selîbî û Korik topbaran kirin, dagirkeriyê di topbaranên xwe de hawin, topavêja giran û tank bi kar anîn.

Di encama wê de, jiyana bi hezaran sivîlên gundên rojavayê Girê Spî yên dagirkirî rastî xeteriyê hatin, her wiha beriya du rojan jî ji ber topbaranê zarokê bi navê Mihemed Îbrahîm (17) ê ji gundê Sewan birîndar bûn, mal û milkên sivîlan gelek zirar dîtin.

Bi topbarana bênavber û êrişên ên li dijî gundewarên rojav û başûrê Girê Spî, navçeya Eyn Îsa û rêya M4, dewleta Tirk bendên peymana Sochiyê ku bi Rûsyayê re di 22’yê Cotmeha 2019’an de îmze kiriye, bin pê dike. Naveroka wê peymanê 10 bend in; jê vekişîna QSD’ê heta 30 kîlo metre ji sînorê Tirkiyê-Sûriyê û agirbestê.

/ar/uploads/files/2021/06/24/140335_seniyen-gire-spi-28429.webp

Di encama topbarana ji beriya du rojan a li dijî gundê Kêçiqêran ê li başûrê rojavayê Girê Spî bi 30 kîlo metreyan de, şêniyên gund moşeka tankeke dewleta Tirk a neteqandî dît ku gefan li jiyana sivîlan dixwe.

Di 27’ê Mijdara par de, di encama teqîna moşeka ji bermahiya topbaranên dewleta Tirk li nêzî gundê Ebû Sira yê li ser rêya M4 de, 2 zarokên bi navên Ubeyd Îsmaîl El-Ehmed (16) û Mihemed Elî Ehmed (18) jiyana xwe ji dest da, li gel wê jî du kesên din jî bi giranî birîndar bûn.

Girêdayî mijarê, şêniya bi navê Fatme Osman a ji gundê Kêçiqêran got dewleta Tirk a dagirker duh bi çekên giran êrişî gundê wê û gundên derdorê kir û moşeke li nêzî mala wê li nava darên zeytûnê ket lê neteqiya û yek din jî li rêya rêya ber bi gund ve ket  û heta niha neteqiya.

Fatme Osman êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi hewldana koçberkirina wan şermezar kirin û da zanîn ku ew ê asta berxwedana xwe li dijî êriş û siyasetên dagirkeriya Tirk bilind bikin, gundên xwe ji dijmin re nahêlin û piştgiriya hêzên xwe bikin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şêniyên gundê Nasiriyê yê nêzî bajarokê Şirgirakê yê girêdayî Eyn Îsayê ya Girê Spî neçarî koçberiyê kir û ji xwe re kirin baregeh, lê ew yek jî parçeyek ji siyaseta guhartina demografî ku li herêmên dagirkirî pêk tê.

Dewleta Tirk a dagirker di avakirina baregehên leşkerî li seranserî rêya M4 û endiyên şer ên li rojavayê Girê Spî berdewam dike û sewqiyetên leşkerî li wan baregehan zêde dike.

(fr)

ANHA