Dagirkeriya Tirk êrişên xwe li ser gundewarên Girê Spî zêde kirine

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên êrişên li ser gundewarên Girê Spî zêde kirin, di van kêliyan de gundên Girê Spî yên ku ji sivîlan dagirtî ne, topbaran dike.

Dagirkeriya Tirk êrişên xwe li ser gundewarên Girê Spî zêde kirine
21 hezîran, 2021   08:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihana me ji herêmê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li dijî gundewarên Girê Spî zêde kirine.

Artêşa Tirk di van kêliyan de sivîlên gundên Meblûca, Silîp, Qizelî û depoyên genim hedef digire û bi çekên giran wan gundan topbaran dike.

Di derbarê topbaranê de agahiyên zelal nehatine bidestxistin.

ANHA