Gelo dê napoxên şewatê yên Xezayê bibin sedema rageşiyeke nû bi Îsraîlê re?

Ji destpêka agirbestê ve li Xezayê ku ji 21’ê Gulana borî ve hatiye ragihandin, Îsraîl bi girtina dergeh û kêmkirina rûbera nêçîra masiyan li deryaya Xezayê ambargo li ser Xezayê tundtir kiriye. Lê di encama wê de nîşaneya îhtîmala rageşiyeke nû ya ku ji ya berê dijwartir be, derdikeve holê.

Gelo dê napoxên şewatê yên Xezayê bibin sedema rageşiyeke nû bi Îsraîlê re?
21 hezîran, 2021   06:49
XEZA-UMER MÛSA

Di encama bilindbûna buhayên kel û pel, madeyên xwarinê û hwd de, her wiha ji ber berdewama Îsraîlê ya girtina dergehan û kêmkirina rûbera nêçîra masiyan li deryaya Xezayê ji zêdetirî 2 mehan ve, rewşa li Xezayê di van demên dawî de bi fikar e.

Li ser vê yekê komên Filistînê yên li Xezayê biryar da ku li ser sînorê Xezayê bertekên gel ên hişk aktîf bikin û nepoxên şewatê û yên diteqin û dibin sedem ku mêtingehên Îsraîlê yên nêzî Xezayê bişewitînin, berdin. Her wiha çalakiyên "tirsandina bişevê" li ser sînor pêk bînin, ew jî bi teqandina mayinên bideng.

Li beramber vê yekê Îsraîlê bersiv da û beriya çend rojan êrişî nuqteyên komên Filistînê yên li Xezayê kir.

Artêşa Îsraîlê got siyaseta bersivdayîna ji şewitandinê re dê bi topan berdewam bike, li hemberî vê yekê çavkaniyên fermandariyê yên komên Filistînê ragihand ku ew ê bersiva topbarana Îsraîlê ya li dijî Xezayê bidin.

Ev geşedan di çarçoveya raporên ku behsa binpêkirina ji dosya agirbestê ya di navbera komên Filistînê yên li Xeza û Îsraîlê de dike ku bi piştevaniya Misirê ye pêk hat. Di encamê de li gorî şopandina çavdêran dibe ku rageşiya leşkerî nû bibe, lê ji berê gurtir e ji ber ku her du alî dê bersiva hev bidin.

HIKUMETA ÎSRAÎLÊ YA NÛ PLANÊN DAN Û STANDINA BI XEZAYÊ RE NÎQAŞ DIKE

Li hemberî van geşedanan îro Meclisa Ewlekariyê ya Kar û barên Ewlekarî û Siyasetê "Kabînet" civiya ku bijarteyên dan û standina bi geşedanên ewlehiyê re lêkolîn bikin û çawa li hember Xezayê bisekinin. Ev civîn jî ya yekemîn e ku serokwezîrê Îsraîlê yê nû Naftali Bennett bi rê ve dibe.

Li gorî rojnameya Makor Rishon, dê di civîna Kabînet de li ser rewşa ewlehî ya giştî li gel girîngîdayîna Xeza bi taybet were nîqaşkirin, dê fermandarên saziyên ewlehiyê li ser planên li dijî Xezayê nîqaş bikin heke Hemas di avêtina napoxên şewatê vê hefteyê de berdewam kir.

Girêdayî mijarê di rojnameyê de hate gotin dê şeklê bersivdana ji napoxên şewatê re yên ji aliyê Xezayê ve were danîn, çi rojane yan jî demeke guncaw jê re were diyarkirin. Li gel wê jî di encama bersivdana artêşa Îsraîlê de dê li ser îhtîmala gurbûna rageşiyê were nîqaşkirin.

GELO RAGEŞIYA LEŞKERÎ NÊZ E?

Şîrovekar û nivîskarê siyasî Sabit El-Emûr ji ajansa ANHA`yê re got di van rojên dawîn de du senaryo hene.

Sabit El-Emûr got senaryoya yekemîn wiha ye: "Em bi ceribandina nepoxan re rû bi rû ne da ku hîmên şerê nû diyar bikin anku rageşiya heyî wekî xwe bimîne û bêyî ku ber bi şerekî nû ve biçin, li lgel wê jî hewldanên misogerkirina agirbestê jî berdewam bikin.”

Senaryoya din jî ev e rewş ber bi rageşiyê ve biçe wekî ku beriya çend rojan qewimî.

El-Emûr diyar kir ku dibe sînaryoya yekemîn bandorê li rewşê bike û wiha domand: "Dê alî hewl bidin hîmên xwe yên nû tesbît bikin, bêyî ku tu rageşiyeke rasterast çênebe. Ji ber rageşî di vê demê de li hember berjewendiyên aliyên herêmî û navneteweyî ne. Li gel wê jî hikumeta Îsraîlê ya nû nikare zû ji rageşiyê derkeve, ew jî tê wateya bidawîbûna wê."

El-Emûr destnîşan kir ku metirsiyeke hundirîn a girêk û bi fikar li gel hikumeta Îsraîlê ya nû heye, mîna van hawayan jî nabe ku rageşiyekê pêk bîne.

Der barê rewşa hundirîn a girêk a hikumeta Îsraîlê ya nû û dereftên bandorkirina li biryarên wê de, El-Emûr gotina xwe wiha berdewam kir: "Têkildarî çawaniya danûstandina bi siyaseta hikumeta nû re û bikaranîna nuqteyên wê yên lawaz, gog di stada komên Filistînê yên li Xezayê de ye. Ji ber sedemên rageşiyê yên piştî şerê dawî ne heman sedemên niha hene."

Şîrovekar da zanîn ku li gel komên Filistînê hesabên cuda hene, sedema vê yekê jî ew e ku piştî şerê dawî nêrîneke erebî û navneteweyî derket holê.

Sabit El-Emûr diyar kir ku ew pêkanîna rageşiyekê bi dûr naxe û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Li ser asta teknîkî sînaryoya rageşiyê muhteml e, nexasim ku her du alî jî gefan li hev dixwin û bûyer diqewimin û rewşa Xezayê dê wekî xwe bimîne anku bêyî aramî bimîne."

(eh)

ANHA