‘Xweparastin rûmeta me ye’

Endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bal kişand ser girîngiya xweparastinê, bi taybet li deverên ku heya niha ji hêla dijmin ve dorpêçkirî ne, her wiha diyar kir ku parastin erka her kesî ye.

‘Xweparastin rûmeta me ye’
19 hezîran, 2021   23:38
QAMIŞLO - RÊNAS REMO

Beriya şoreşa Rojava ku di 19'ê Tîrmeha 2012’an de dest pê kir, hikumeta Şamê her gav fitneyê di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, belav dike.

Bi destpêkirina aloziya Sûriyê re di sala 2011'an de, gelek aliyan mudaxele li kar û barên wê kir, hîn jî gelek herêm bi planên herêmî û navneteweyî re rû bi rû ne ku hewl didin şoreşê betal bikin.

Tevî van zehmetiyan, girîngiya parastin û xweparastinê di qonaxeke bingehîn a dîroka Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmê bi giştî de derdikeve holê.

/kr/uploads/files/2021/06/19/184831_-.webp

Di vê çarçoveyê de, endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a navçeya Tirbespiyê, Îsmaîl Hisên got: “Xweparastin rûmeta me ye, ez amade me ji bo parastina herêm û malbata xwe, xwîna xwe bidim.”

Hisên wiha domand: “Pêkhateyên herêma me rastî zilm û neheqiyê hatin, em ji axaftina bi zimanê xwe mehrûm kirin. Rejîmê hewl dida ku di navbera pêkhateyan de fitneyê belav bike.”

/kr/uploads/files/2021/06/19/184849_-.webp

Ji aliyekî din ve endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş), Şêrîn Ehmed El-Elî tekez kir ku xweparastin erka her kesî ye, di hemû civakan de parastin xwedî girîngiyeke mezin e. Şêrîn diyar kir ku ramanên rêber Abdullah Ocalan ên der barê jinan de bandor lê kiriye û biryar da ku ji bo parastina herêma xwe tev li xebata parastina herêmê bibe.

/kr/uploads/files/2021/06/19/184909_-.webp

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Tirbespiyê, Mihemed Xêr Şêxmûs jî bang li her kesî kir ku girîngiya xweparastinê bizanin da ku ewlehî û aştî li herêmê belav bibe.

(dx)

ANHA