Siko: Helwestên şermezarkirina dagirkeriyê destpêka şoreşeke Kurdistanî ya berfireh e

Sekreterê P.D.K-S Ebdulkerîm Siko diyar kir ku helwestên partiyên siyasî yên Kurdî û pêşmergeyan ji bo şermezarkirina dagirkeriya Tirk û siyasetên destekdayînên jê re, destpêka şoreşeke Kurdistanî ya berfireh e û pişterast kir ku dê Kurd li hember dagirkeriyê serî hildin.

Siko: Helwestên şermezarkirina dagirkeriyê destpêka şoreşeke Kurdistanî ya berfireh e
20 hezîran, 2021   03:12
QAMIŞLO – LÎLAV DÊWANÎ

Artêşa Tirk a dagirker ji 23`yê Nîsana borî ve êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike û ji ber vê yekê jî şerê di navbera hêzên gerîla û dewleta Tirk a dagirker de li Başûrê Kurdistanê, didome. Dewleta Tirk di êrişên xwe de çekên qedexekirî bi kar tîne û hewl dide PDK`ê jî tev li planên xwe bike. Ji ber vê yekê jî gelê Kurd hêrs bû û helwesta xwe der barê dewleta Tirk û planên wî de nîşan da.  

Di vê der barê de Sekreterê Partî Demuqratî Kurdistanî-Sûrî (P.D.K- S) Ebdulkerîm Siko ji ANHA`yê re wiha got: "Piştî hewldanên Erdogan ên pêkanîna planên vejandina împratoriya Osmanî  têkçûn ku tevgera wî ya hewldana derbasbûna xaka Sûriyê, Ermenistan, Qubris û heta Misir û Lubnanê, tu tişt li pêşiya wî nema ji derveyî ku şer di navbera hêzên Kurdî de, derxe."

Ebdulkerîm Siko diyar kir ku hedefgirtina dewleta Tirk ji Kurdan re nexasim ji HPG`ê re, xurtkirina baregehên leşkerî li Başûrê Kurdistanê, hedefgirtina tevahî Kurdistanê ye û wiha pê de çû: "Erdogan nikare fikreya hebûna neteweya kurdî qebûl bike. Ji mêj ve komkujiyan li dijî kurdan pêk tîne."

Siko wiha domand: "Şerê dewleta Tirk û hedefgirtina wê ji HPG`ê re li Başûrê Kurdistanê weke şerê pêşmergeyan e. Ji ber wê du pêşniyar li pêşiya kurdan in. Yan bi dijmin re bisekinin û yan jî berxwedana li hember dagirkeran dewam bikin."

Siko îşaret bi girîngiya ku PDK`ê helwesteke diyar der barê bûyerên ku li Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve têne kirin diyar bike, destekê bide HPG`ê û wiha axivî: "Em nizanin çi sedem hene ku pêşmerge ber bi navendên HPG`ê ve çûne. Çi dixwazin. Gelo ew jî dê êrişî hêzên gerîla bikin.?"

Ebdulkerîm Siko di berdewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Pêşveçûna hêzên pêşmerge ber bi navendên HPG`ê ve li gel Kurdan li tevahî Kurdistanê û li gel hevalbendên wan û hin partiyên li Başûrê Kurdistanê qet nayên qebûlkirin.

Siko tevgera PDK`ê şermezar kir û destnîşan kir ku çi şerê di navbera hêzên Kurdî de qirkirina Kurda ye û teqez kir ku divê destkeftî werin parastin.

Siko destnîşan kir ku helwestên ji aliyê serokatiya Iraqê û hin partiyên Kurdî her wiha şervanên pêşmerge li Başûrê Kurdistanê yên ji bo şermezarkirina dagirkeriya Tirk destpêka rabûna bayê şoreşeke Kurdistanî ya berfireh e û ev tişt bi lêv kir: "Berxwedana gerîla serkeftina Kurdistanî ye. Hêviya Kurdan e. Her Kurdek berpirse ku li hember dagirkeriyê serî hilde û qebûl neke."

Li gorî Ajansa Firat a nûçeyan ku 180 pêşmerge ji baregehên perwerdeyê yên herêma Ertûşê ya parêzgeha Dihokê çekên xwe danîne û şerê li dijî hêzên gerîla red dikin. Hikûmeta Iraqê jî di 6`ê Hezîranê de daxuyaniyek da û tê de bang li hêzên dewleta Tirk kir ku derkevin derveyî xaka Başûrê Kurdistanê.  

Sekreterê PDK-S Ebdulkerîm Siko wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê Nêçîrvan Barzanî baş zanibe ku ew nikarin şer di navbera hêzên Kurdî de derxin. Helwesta gelê Kurd, hevalbendên wî û partiyên siyasî li dijî dagirkerî û siyasetên ku destekê didin wan, zêde bûne."

(bx)

ANHA