Çalakvan: Em ê piştgiriya gerîla heta serkeftinê bidomînin

Çalakvanan teqezî li ser destekdayîna berxwedana gerîla heta serkeftinê kir û bang li tevahî jinan û gelê Kurd kir ku li hember êrişên dewleta Tirk serî hildin û berxwedanê bilind bikin.

Çalakvan: Em ê piştgiriya gerîla heta serkeftinê bidomînin
20 hezîran, 2021   00:46
KOBANÊ – MEYSA EKARÎ

Artêşa Tirk a dagirker ji 23-24`ê Nîsana borî ve êrişî Başûrê Kurdistanê dike. Li gorî çavdêran ku armanca wê ji vê yekê ku erdnîgariya Kurdistanê dagir bike û gelê Kurd qir bike.

/kr/uploads/files/2021/06/19/184623_-.webp

Berdevka Kongreya Star a navçeya Kobanê Xezal Şêx Mihemed siyasetên PDK`ê şermezar kirin û got: "Şerê xiyanetê li dijî gerîla bi desteka malbata Barzanî û PDK`ê tê kirin."

Xezal diyar kir ku wekî ku çawa di sala 1999`an de bi bin ketin, dê dîsa di şerê li dijî gerîla de bi bin bikevin û de bang li PDK`ê kir ku desteka ji Erdogan re rawestîne, li xwe vegere û piştrast kir ku Kongreya Star û Tevgera Jinên Azad dê têkoşîna xwe bilind bikin û heta serkeftina ku bi saya fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan û hemleya "Dem dema azadiya rêber Ocalan e" destekê dê bidin gerîla.

Xezal Şêx Mihemed di dawiyê de bang li hemû sazî, tevgerên jinan û çalakvan kir ku destekê bidin berxwedana gerîla, têkoşîn û berxwedanê heta serkeftinê bilind bikin.

/kr/uploads/files/2021/06/19/184600_-.webp

Her wiha endama Mala Jinan a navçeya Kobanê Şemsa Ehmed êrişên dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û got ew şer û xiyaneta PDK`ê ku li dijî gerîla pêk tîne, qebûl nakin.

Şemsa Ehmed teqezî li ser destekdayîna ji berxwedana gerîla re kir û bang li dayikên Kurdan kir ku destekê bidin têkoşîna gerîla, ji bo berxwedana wan serî hildin da ku dengê wê li tevahî cîhanê belav bibe û bang kir ku li hember êrişên dewleta Tirk bê deng nemînin.

/kr/uploads/files/2021/06/19/184535_-.webp

Ji rêveberên Mala Jinan a navçeya Kobanê Eyser Hec Xelîl jî wiha axivî: "Dewleta Tirk sînorên xwe derbas dike. Êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Ew ne xaka wê ye, çima êrişî wan herêman dike?"

Eyser Hec Xelîl wiha domand: "Gelê me têkoşîn û desteka ji berxwedana gerîla re didomîne. Ev jî bi rêya çalakiyên ku li dar dixe û dadikevin qadan."

Eyser îşaret bi girîngiya serhildanê li hember êrişên dewleta Tirk kir û ev tişt got: "Em tenê di malên xwe de nemînin û temaşe nekin. Em ê çalakiyên ji bo desteka gerîla heta serkeftinê dewam bikin."

 (bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/lsmHpQqseko" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>