ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-06-2021'AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-06-2021'AN
18 hezîran, 2021   23:00

-Rêxistina Kongray Star a navçeya Dirbêsiyê têkildarî qetilkirina endama HDP'ê Denîz Poyraz daxuyaniyekê dide, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-MSD'ê panelekê bi navê "Sûriyê ber bi ku ve diçe?" li Hola Reşo ya bajarê Hesekê li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Pêşangeha Duyemîn a  Berhemên Herêmî ku ji aliyê Desteya Aborî û Çandinî ya Herêma Cizîrê û Yekitiya Odeya Pêşesazî û Bazirganiyê ve hatiye organîzekirin, li Hola Senabil a bajarê Hesekê tê vekirin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li bajarê Kobanê çalakiyê konê piştevaniya berxwedana gerîlayan li qada Şehîd Egîd dest pê dike. Çalakî wê 3 rojan dewam bike, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Siyasetmdar û rêveberan diyar kirin ku armanca girtina nûnerên Rêveberiya Xweser derbekirina neteweya demokratîk û armancên Tirkiyê pêk tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Ezab El-Ebûd got "Hin hêzên derve û hundirîn hewl didin jiyana hevpar û modela demokratîk ku ji bo hemû gelê Sûriyê wek hêviyekî ne, bikin armanc." (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Jinên siyasetmdar diyar kir ku armanca desthilata Tirk ji girankirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan ew ku hegemoniya xwe li ser civakên ku azadiya xwe ji azadiyê jinan dibîne, ferz bike. Jinan gotin, divê têkoşîn were xurtkirin da ku tecrîd were rakirin û azadiya fîzîkî ya rêberî pêk were. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endama Koordînasyona Meclisa Îştar a Mexmûrê Nûra Sêzgîn qetilkirina Deniz Poyraz bi bûyereke ne ji rêzê pênase kir û da zanîn ku divê li hember van kiryara jin xwe zêdetir birêxistin bike û daxwaz ji gelê Bakur kir ku bêdeng nemîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Malbatên gerîla diyar kirin ku berxwedana gerîlayan berxwedan hebûn û tunebûnê ye û bang li PDK'ê kir ku li şûna hevkariya xwe ya bi dagirkeriya Tirk re destekê bide gerîla. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbatên gerîla yên li Girkê Legê û şêniyên Tirbespiyê bang li PDK`ê kir ku li helwesta xwe ya piştgiriya ji dagirkeriya Tirk re ya êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê di berçavan re derbas bike û gotin, gerîla ji bo Kurdan rêya ewlehiyê ye û parastina destkeftiyên wan dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokên saziyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê diyar kir ku armanca dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ew e ku serweriya Osmanî vegerîne. Her wiha diyar kir ku bêdengiya navneteweyî diyar dike ku ew şirîkê sûcên dewleta Tirk e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyên eşîran bang li PDK'ê kir ku nekeve bin bandora dagirkeriyê û ji bo yekitiya Kurdan bixebite. Rûspiyan her wiha bang li hêzên Kurdan kir ku li şûna birayên xwe yên Kurd guleyên xwe ber bi dewleta Tirk a dagirker ve bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Nadî Atif serokê rêxistina edil û geşepêdanê ya mafên mirovan a li ser asta Rojhilata Navîn got rêxistina gorên boz a tirk rêxistineke terorîst e û Erdogan piştgiriya wê dike. Her wiha destnîşan kir ku rêxistina ku di salên 60`î de bi navê Ocakilari tê naskirin û weke komên faşîst ên nû tê sinifandin, destên wê di êrişên terorîst ên mezin de hene. (BI WÊNE).

- Lêkolîner û akademîsyenê lîbî Dr Cibrîl El-Ubeydî  got,ewldanên Tirkiyê yên ji bo têkbirina serweriya Lîbyayê berdewam dikin, ev yek di serdana wezîrê şer Erdogan Hulusî Akar de diyar bû ku bêy koordîne û beşdariya desthilata Lîbyayê pêk hat, di heman demê de piştrast kir ku tu alternetîfên derketina hêzên Tirkiyê û çeteyên wê yên sûrî yên ji Lîbyayê tune ne. (BI WÊNE).

ANHA