​​​​​​​MSD: ''Îtîlaf'' xeteriyeke rasteqîn li ser pêşeroja Sûriyê ye

MSD'ê têkildarî êrişa li ser nexweşxaneya Efrînê, tawanên li dijî QSD'ê û banga îtîlafê ye li Tirkiyê ku herêmên dîtir ên Sûriyê dagir bike daxuyanî da û got, îtîlaf ji bo dewleta Tirk dixebite û xeteriyeke rasteqîn li ser pêşeroja Sûriyê çêdike.

​​​​​​​MSD: ''Îtîlaf'' xeteriyeke rasteqîn li ser pêşeroja Sûriyê ye
18 hezîran, 2021   20:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi daxuyaniyekê bersiva banga "Îtîlafê" ya li dewleta Tirk ku herêmên din ên Sûriyê dagir bike û QSD'ê bi êrişa li ser nexweşxaneya Efrînê tawanbar dike da. MSD'ê bang li aliyên navneteweyî kir ku komîteyekê ava bike da ku derbarê vê êrişa li ser nexweşxaneya Efrînê de lêpirsînê veke û sûcdaran sewqî edaletê bike.

Daxuyanî wiha ye:

"Di demekê de ku tevahî sûrî bi eleqdarî û fikarî lûtkeya serokên dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji aliyekî ve û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û Tirkiyê ji aliyekî din ve dişopandin, nemaze ku texmîn dikirin ku dosyaya Sûriyê bi xurtî di van hevdîtinên girîng de hazir baye û sûrî hêvî dikirin ku ev hevdîtin aloziyê çareser bike, şer rawestîne û asoya çareseriya siyasî bi garantiyên navneteweyî ji bo parasatina Sûriyê û pêkanîna ewlehiya wan a civakî û mafên wan, damezirandina sîstemeke demokratîk, destûrî û nûjen û jiyaneke siyasî û aştiyen lê berovajî vê yekê derket. Mîna her car, fermandarên bi navê Îtîlafa Niştimanî, di nav hevdîtinên girîng de tu gavan ji bo pêkanîna hêviyên gelên Sûriyê di aştî, azadî û ewlehiyê de navêjin.  Lê belê ji kardêrên xwe xwestin ku herêmên din ên Sûriyê dagir bike, hîn bêtir sûriyan koçber bike.  Ji her kesî re xuyaye ku tu ajnîdeyên wê yên niştimanî sûrî tunene, rola îtîlafê tenê sûcdar e û ji aliyê dagirkeran ve tê bikaranîn. Rola wê xeteriyeke rasteqîn li ser pêşeroja Sûriyê çêdike.

Rejîma Tirk bi zanebûn aloziya li herêmên Sûriyê yên di bin serweriya wê de dihêle da ku berpirsyartiya vê aloziyê hilde ser Hêzên Sûriya Demokratîk û erka wê ya sereke ya şerê li dijî rêxistinên terorîst û şaneyên wê asteng bike. Tirkiyê ji vê yekê armanc dike ku destûrê bigire ji bo ku bi rêya çeteyên sûrî erdên zêdetir ên xaka Sûriyê qut bike.

Sûcdarên Îtîlafê di hemû astan de bi bin ketine, bi nêzîkbûna hevîdtinên Biden- Erdogan re îflasa xwe diyar kirin, dest bi destdirêjiya li ewlehiya sivîlan êrişan li dijî projeya Sûriye demokratîk kir. Armanca wan reşkirina lehengiyên QSD'ê ye, sûcên wan vê carê bi rêya hedefkirina nexweşxaneya Efrînê û pêkanîna komkujiyan li dijî sivîlan pêk hat. Bi wê re dezgehên wan ên ragihandin QSD'ê bi van êrişan tawanbar kirin, hemwextî wê nûnerên Îtîlafê ji kesên ku gel dixebitin xwest ku hîn zêdetir xaka Sûriyê dagir bike. Ev nêzîkatî di çaroveya şanoyeke komîk û planeke hişk de tê ku ji kesî re nayê veşartin. Nameze ku tevahî cîhan êdî dizanin ku qatilên sivîlan kî ne, ew dizên zeytûnan  in ên ku milkên şêniyan dizanîn û kesên biyanî li malên koçberan bi cih kirin.

Ji wan sûcdarên rojane yên ku rewa dikin opozisyon in ên sîxûrên rejîm û alîgirên tikran in, ku ji bilî têkbirina şoreşa Sûriyê  û belavkirina nejadperestiyê di nava pêkhateyên gelekî de tu armancên wan din tune ye. Gel êdî rastiya wan û armancên wan nas kiriye û ev xîtab dê êdî bandorê neke.

Em Meclisa Sûriya Demokratîk dilovahiya ji giyanê şehîdan re dixwazin û hêviya şîfayê ji birîndaran re dikin. MSD'ê bê wesandin dixebite da ku kenalên diyalogan bi tevahî sûriyên niştimanî re veke û hemû enerjiya xwe ji bo xizmeta doza gelê Sûriyê û derxistina dagirkeran ji xaka wê veqetandiye, her wiha dosyaya sûcên ku komên îtîlafê li herêmên cûda pêk tîne dişopîne û dixebite da ku sînorekî ji van sûcdaran re deyne ku di bin perdeya siyasî û parastin û destek têne meşandin.

Em Mecilsa Sûriya Demokratîk bi tundî şermezar dikin ku sûcê li nexweşxaneya Efrînê bêyî muhasebekirina sûcaran were derbaskirin. Em qebûl nakin ku xwîna sivîlên ji gelê Sûriyê bibe kaxezeke zextê ji bo xurtkirina cihên dagirkeran di diyalogên bi dewletên mezin re were bikaranîn. Di heman demê de em nêzîkatiyên cihê şermê yên Îtîlafê şermezar dikin û bang li Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlekariyê dikin ku dosyaya sûcên terorîst ku sûcdaran li dijî sivîlan pêk tînin neyê tewandin. Divê ev dosya ji nîqaşên siyasî yên di navbera aliyan de were cûdakirin. Her wiha em banga avakirina komîteyeke navneteweyî, serbixwe û taybet dikin da ku derbarê vî sûcê de lêpirsînê vekin û aliyên berpirsyar eşkere bikin, sûcdaran sewqî edaletê bikin û rastiyê eşkere bikin."

ANHA