Rûspiyên eşîran: Divê hêzên Kurdan berê guleyên xwe bidin dagirkeriyê

Rûspiyên eşîran bang li PDK'ê kir ku nekeve bin bandora dagirkeriyê û ji bo yekitiya Kurdan bixebite. Rûspiyan her wiha bang li hêzên Kurdan kir ku li şûna birayên xwe yên Kurd guleyên xwe ber bi dewleta Tirk a dagirker ve bikin.

Rûspiyên eşîran: Divê hêzên Kurdan berê guleyên xwe bidin dagirkeriyê
19 hezîran, 2021   04:26
HESEKÊ - DIYAR EHMED

Dewleta Tirk a dagirker bi hewldana tunekirina gelê Kurd, bi piştgiriya PDK'ê nêzî du mehan e êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Artêşa Tirk her wiha di êrişên xwe de çekên qedexe bi kar anîn.

Bertekên gelê Kurd ên li dijî redkirina hevkariya hikumeta Başûrê Kurdistanê bi dewleta Tirk re, didomin.

Rûspiyên eşîrên Kurd re têkildarî bûyerên ku li Başûrê Kurdistanê diqewimin, nêrînên xwe anîn ser ziman.

/kr/uploads/files/2021/06/18/195446_-.webp

Yek ji rûspiyên eşîra Umerî, Mihemed Tahir got artêşa Tirk a dagirker nêzî du mehan bi çekên giran, balafir û çekên qedexekirî, êrişî gerîla dike.

‘BERXWEDANÊ DEWLETA TIRK NEÇAR KIR KU PIŞTGIRIYÊ JI PDK’Ê BIXWAZE’

Tahir wiha lê zêde kir: "Em dibînin ku dewleta Tirk a dagirker piştgiriyê ji hêzên PDK'ê dixwaze, ev yek di encama berxwedana mezin a şervanên gerîla de ye, ji ber vê yekê em peyama xwe ji rayedarên hikumeta Başûrê Kurdistanê bi giştî û Mesûd Barzanî re bi taybet rê dikin ku nekevin pey siyasetên dewleta Tirk ên ku hewl didin di navbera zarokên me û hêzên me de fitneyê çêkin."

Tahir her wiha destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker li hemberî berxwedana gerîla, di tengasiyeke mezin de ye, ji ber vê yekê ji hêzên PDK'ê û rayedarên wê re dibêjin heke ew hewl bidin dagirkeriya Tirk ji rewşa wê ya dijwar derxin, nifşên pêşerojê dê lanetê lê bikin.

Tahir got divê hikumeta Başûrê Kurdistanê bizane ku dewleta Tirk dijminê sereke yê Kurdan e, eger dewleta Tirk Tevgera Rizgariya Kurdistanê bi dawî bike, armanca wê ya paşîn dê bidawîkirina hebûna Başûrê Kurdistanê be. Ji ber vê yekê divê hêzên Kurdan berê guleyên xwe bidin dijminê xwe yê sereke dewleta Tirk.

‘EM HÊVÎ DIKIN KU HIKUMETA BAŞÛR BI BIRAYÊN XWE RE BIBE YEK’

/kr/uploads/files/2021/06/18/195409_-1.webp

Ji aliyekî din ve, yek ji rûspiyên eşîra Barafî, Hesen Tiyo got: "Gelê Kurd di dirêjahiya dîrokê de rastî gelek komkujiyan hatiye. Îro em dibînin ku hin alî hewl didin fitneyê di navbera hêzên Kurdan de çêkin, wekî dewleta Tirk ku li her deverên Kurdistanê ne tenê gerîla re şer dike, ji ber vê yekê divê em haydar bin."

Hesen Tiyo şerê birakujiyê red kir û got: "Em wek rûspiyên eşîran, şerê Kurdan ku dibe sedema tunekirina gelê Kurd, red dikin."

Hesen Tiyo axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em hêvî dikin ku helwesta Mesûd Barzanî li hember tevgerên Kurdan erênî be, her wiha ji bo avakirina yekitiya neteweyî hewl bid. Em bang li Mesûd Barzanî dikin ku li her deverê gelê Kurd biparêzin."

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/JvkOASDIKpE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>