Şêniyên Helebê: Li dijî dagirkeriyê serî hildin û piştgiriya gerîla bikin

Hevseroka Saziyên Civaka Sivîl bi meşekê ku îro li taxa Şexmeqsûdê ya Helebê hate orgenîzekirin, bang li Kurdên li Bakur û Başûrê Kurdistanê kir ku li dijî dagirkeriya Tirk serî hildin û piştgiriya gerîlayan bikin, ji ber ku hebûna wan bi hebûna gerîlayan ve girêdayî ye.

Şêniyên Helebê: Li dijî dagirkeriyê serî hildin û piştgiriya gerîla bikin
Şêniyên Helebê: Li dijî dagirkeriyê serî hildin û piştgiriya gerîla bikin
Şêniyên Helebê: Li dijî dagirkeriyê serî hildin û piştgiriya gerîla bikin
Şêniyên Helebê: Li dijî dagirkeriyê serî hildin û piştgiriya gerîla bikin
Şêniyên Helebê: Li dijî dagirkeriyê serî hildin û piştgiriya gerîla bikin
17 hezîran, 2021   19:35
HELEB-ARIF SILÊMAN

Bi dirûşmeya"Bi rihê berxwedana Garê em ê bi ser bikevin û em ê di berxwedana Avaşîn, Zap û Metîna bi ser bikevin" PYD`ê li taxa Şêxmeqsûdê li dijî êrişên artêşa Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û piştgiriya PDK`ê ya ji dagirkeriya Tirk re ya li dijî gerîla yên li Başûrê Kurdistanê meşek li dar xist.

Bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li pêşiya hola civînan a rojavayê taxê kom bûn û alên HPG`ê, Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê, PYD`ê, Tevgera Civaka Demokratîk, Kongreya Star, wêneyên rêber Abdullah Ocalan û wêneyên şehîdên HPG`ê rakirin.

Her wiha pankartên bi nivîsên"Ew gerîlayên azadî û şerefê ne, rêya wan rêya me ye û em ê li dijî êrişên hovane û qirkirinê asta berxwedan û têkoşîna xwe bilind bikin" rakirin.

Meş ji pêşiya hola civînan dest pê kir û sloganên"Na ji xiyanet û dagirkeriyê re û bijî berxwedana gerîla re" berz kirin.

/ar/uploads/files/2021/06/17/184557_saad-hsn.webp

Meş li qada şehîd Destîna ya li beşa rojhilatê taxê veguherî mîtîngê li wir deqeyeke rêzgirtin girtin, piştre Hevserokê Saziyên Civaka Sivîl Sûad Hesen axivî û got: "Ji beriya 3 mehan ve artêşa dagirker a Tirk bi çekên giran û qedexekirî êrişî herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê dike, bi rêya van êrişan hewl dide vîna gel bişikîne, lê dê li hemberî berxwedana lehengên gerîla negihîjin tu encaman."

Sûad Hesen destnîşan kir ku dewleta Tirk hîn jî êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike, ji ber bi israr e ku vî gelê berxwedêr qir bike.

Sûad Hesen ev xal li gotina xwe zêde kir: "Hin Kurd dibêjin ku têkiliyên me bi êrişên li dijî Başûr tune ne, ji ber vê yekê em ji wan re dibêjin ku ger gerîla li çiyayên Kurdistanê bi ser nekeve, tu hebûna gelê Kurd a li ser vê erdê tune ye, ji ber ku hebûna me bi berxwedana gerîla ve girêdayî ye lewma divê em piştgiriya wan bikin û li dijî dagirkeriyê bisekinin. "

Sûad Hesen diyar kir ku dewleta Tirk çi bike jî dê nikaribe vîna gelan bişikîne û di dawiyê de bang li gelê Bakur û Başûrê Kurdistanê kir ku li dijî siyaseta faşîzma Tirk û dagirker serî hildin û gelê Rojava amade ye ku piştgiriya berxwedana gerîlayan bikin.

/ar/uploads/files/2021/06/17/184627_aly-mstfa.webp

Li aliyekî din jî endamê PYD`ê Elî Mistefa axivî û got êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li dijî Başûrê Kurdistanê bi armanca şerê birakujiyê ye û ev lê zêde kir: "Her wiha hewl didin provaksyonan di navbera hêzên kurdî de derxin."

Elî Mistefa da zanîn ku hêzên PDK`ê endamên têkiliyên PYD`ê û nûnerên Rêveberiya Xweser li Başûr girtin û hîn jî çarenûsa wan ne diyar e.

Meş bi sloganan bi dawî bû.

(eh)

ANHA