Kobanê du şehîd spartin axê û merasîma xiyabî ya 4 gerîlayan li dar xist

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê cenazeyên şehîd Elende Mihemed û şehîd Ehmed Îbrahîm li Goristana Şehîd Dicle a li başûrê bajêr spartin axê, her wiha merasîma xiyabî ya 4 gerîlayên ku li herêmên cuda yên Başûrê Kurdistanê li dijî artêşa Tirk li ber xwe dan û gihaştin asta şehadetê, li dar xist.

Kobanê du şehîd spartin axê û merasîma xiyabî ya 4 gerîlayan li dar xist
Kobanê du şehîd spartin axê û merasîma xiyabî ya 4 gerîlayan li dar xist
Kobanê du şehîd spartin axê û merasîma xiyabî ya 4 gerîlayan li dar xist
Kobanê du şehîd spartin axê û merasîma xiyabî ya 4 gerîlayan li dar xist
Kobanê du şehîd spartin axê û merasîma xiyabî ya 4 gerîlayan li dar xist
17 hezîran, 2021   18:33
KOBANÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê bi merasîmekê cenazeyê şehîd Elende Mihemed (Zîlan Destan) a Tevgera Şoreşger a Komonîst ku 13`yê Hezîranê dema li Qamişlo perwerde dibû gihaşt asta şehadetê, cenazeyê şehîd Ehmed Îbrahîm (Ehmed) ku 12`yê Hezîranê dema li ser erka xwe ya leşkerî bû gihaşt asta şehadetê spartin axê û merasîma xiyabî ya 4 gerîlayan jî li dar xist.

Bi sedean şêniyên kantona Kobanê, nûnerên ji Rêveberiya Xweser, saziyên civaka sivîl û hêzên leşkerî tev li merasîmê bûn.

/ar/uploads/files/2021/06/17/173512_asmt-shykh-hsn.webp

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre Serokê Meclisa Leşkerî ya Kantona Kobanê Ismet Şêx Hesen axivî û got: "Em li hemberî wêneyên têkoşerên ku sînoran nas nakin û ji bo azadiya vî gelî derbas kirine, sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û em çi ji wan re bikin jî em nikarin mafên wan bidin, ji ber ku şehîdan tişta herî giranbuha feda kirin."

Şêx Hesen di dawiyê de bang li gelê Kurd kir ku parastina destkeftiyên şehîdan bikin, ji ber ku şehîd li hemberî dijmin mertal bûn, lê kesên ku destên xwe dixin destên dijmin ew kesên ku xiyanetê li gelê Kurd dikin û divê ew rêya rast nas bikin.

/ar/uploads/files/2021/06/17/173407_brytan-aasya.webp

Li aliyekî din jî endama rêveber a Tevgera Şoreşger a Komonîst Bêrîtan Asya axivî û wiha got: "Ez bejna xwe li hemberî şehîdên ku ji bo azadiya gelê me şehîd ketine û tevahiya şehîdên ku ji bo rakirina ala azadiyê şehîd ketine, ditewînim, şehîd Zîlan rêya şehîdên ku rêya azadiyê girtin, berdewam kir, şehîd Zîlan li Efrînê û Serêkaniyê tê koşiya, lê digot ew ê vegere Kobanê û ew ê vegere vê goristanê."

/ar/uploads/files/2021/06/17/173452_saad-aldmr.webp

Li ser navê Kongreya Star a navçeya El-Qenaye Suad Aldemir axivî û diyar kir ku ji beriya 55 rojan ve şerek li dijî hêzên gerîla tê meşandin, lê gerîla bê berdêl li ber xwe didin, vê carê dijmin destên xwe xiste destên malbata Barzanî  û li dijî gerîlayan şer dikin.

/ar/uploads/files/2021/06/17/173350_ardal-jbkw.webp

Endamê rêveber a Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Komonîst Erdal Cebko axivî û wiha got: "Ez sersaxiyê ji tevahiya beşdaran re dixwazim, ji ber ku tevahiya gelê bajarê Kobanê malbatên şehîdan in û Şoreşa Rojava Şoreşa Jinan e, armanca şehîd Zîlan ew bû ku tevahiya parçeyên Kurdistanê rizgar bike û ji vê civakê re adaletê misoger bike, her wiha gel ji dagirkeriyê jî rizgar bike."

/ar/uploads/files/2021/06/17/173428_hjy-mhmwd-basm-aaelh-sarya.webp

/ar/uploads/files/2021/06/17/173534_ysra-daly-basm-aaelh-alshhydh-athda.webp

Li ser navê malbata şehîd Azad Yisra Delê û bi navê malbata şehîd Sarya Hecî Mehmûd axaftin hatin kirin û soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna azadiya gelên xwe yên li tevahiya parçeyên Kurdistanê da.

Piştî axaftin bi dawî bûn, wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin, paşê cenazeyê şehîda Elend Mihemed El-Sera li Goristana Şehîd Dicle hate veşartin û cenazeyê şehîd Ehmed Îbrahîm li gundê wî Şemis El-Dîn ê başûrê kantona Kobanê hate veşartin.

Merasîma xiyabî jî ji gerîlayên ku li dijî êrişên artêşa Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê li ber xwe dan û gihaştin asta şehadetê li dar ket û navên şehîdan wiha ne; Şehîd Sarya Mehmûd(Sarya Çiya), 8`ê Gulanê li Avaşînê şehîd bû.

Şehîd Xerîb Delê (Azad Dilbirîn), 8`ê Nîsanê li Besta şehîd bû.

Şehîd Mehmûd Qadir (Çiyager Amed), 31`ê Gulanê li Çîlo şehîd bû.

Şehîd Heysem Şêxo (Demhat Kobanê), 15`ê Hezîranê li Metînayê şehîd bû.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/QlhjaOmHAC4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>