Piştî kêmbûna rêjeya ava Firatê çareseriyên altarnatîf ji bo dayîna avê hene

Piştî qutkirina ava çemê Firatê ji hêla dewleta Tirk ve, kêmbûna rêjeya avê û derketina stasyona Tawî bi zêdetirî 4 mehan ji xebatê Yekîneya Avê ya El-Cerniye ya gundewarê Tebqayê 2 pompeyên avê ji stasyonê re anîn.

Piştî kêmbûna rêjeya ava Firatê çareseriyên altarnatîf ji bo dayîna avê hene
17 hezîran, 2021   14:29
TEBQA

Şêniyên herêma hawizê Firatê azara qutkirina avê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve dikişînin ku bandorê li tevahiya qadên jiyanê dike, nexasim li peydakirina ava vexwarinê dike.

Ji ber kêmbûna rêjeya ava Firatê zêdetirî 30 stasyonên avê ji xizmetê derketin, ji ber ku ava çem miçiqîye û rûbereke jê zuha bûye, di encamê de bi milyonan kes ji ava vexwarinê bê par mane, bi taybet niha demsala havînê ye.

Yekîneya Avê ya El-Cerniye ya gundewarê Tebqayê beriya niha gelek hewldan kiribûn ku li stasyona Tawî ya ava vexwarinê 2 pompeyan bînin, ew jî piştî ku 4 mehan ji xizmetê derket û pê re aloziyeke mezin ji welatiyan re çêkir, pêk hat.

Şêniyên herêmê zehmetiya dabînkirina avê, anîna avê ya bi rêya sehrîcan û kişandina boriyan ji yên berê re kişandin, lê piştre Yekîneya Avê ya El-Cerniye tedbîrên pêwîst girtin.

Têkildarî mijarê Hevserokê Yekîneya Avê ya El-Cerniye Mehmûd El-Kelah axivî û got: "Bi rêya çareseriyên altarnatîf ên ji bo sivikkirina bar li ser şêniyan û dabînkirina ava vexwarinê xebatên me berdewam in."

El-Kelah ev li gotina xwe zêde kir: "Me li stasyonên Tawî yên girêdayî herêma El-Cerniye du pompe danîn ku cihê pompeyên stûnî bigirin, ew pompe bi pîvana 100 hespî û bilindbûn 140 û xurtbûna wan jî 260 e."

El-Kelah destnîşan kir ku pompe ji derveyî hin mezreayên li derdora gundên El-Cerniye, derdora ji 15 heta 18 gundewarên El-Cerniye avê dide.

Yekîneya Avê ya El-Cerniye pompeya Şemis El-Dîn sererast dike, ji ber ku li herêmê çavkaniyeke sereke ye û avê dide derdora 165 gundên li zêdetirî 75 km belav in.

(eh)

ANHA