PYD’ê sûca qetilkirina endamê HDP’ê bi destê faşîsta Tirk şermezar kir

PYD’ê sûca qetilkirina endameke HDP’ê ji hêla tundrawekî faşîst ê Tirk şermezar kir û ev sûc bi êrişên kînê yên faşîsta Tirk li dijî saziyên demokrat bi taybet HDP’ê ya ku ji bo demokrasiya civakên li Tirkiyê tê dikoşe, wesif kirin.

PYD’ê sûca qetilkirina endamê HDP’ê bi destê faşîsta Tirk şermezar kir
17 hezîran, 2021   14:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) daxuyaniyek da û tê de êrişa tundarwekî girêdayî faşîsta Tirk li ser avahiya HDP’ê ya li Îzmîrê û qetilkirina endameke HPD’ê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Di demeke ku dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên siyasî û leşkerî li dijî gelê Kurdistanê pêk tîne, plan û komployên şerê birakujiyê datîne û dixwaze ji nû  ve Osmaniyê li ser hesabê gelê Kurdistanê û gelên Rojhilata Navîn vegerîne de, tundrawekî girêdayî dewleta Tirk vê sibehê êrişî avahiya HPD’ê ya li Îzmîrê kir, şewitand û êrişî endaman kir, di encamê de endama bi navê Denîz Boyraz jiyana xwe ji dest da, ev yek li pêş çavên û guhên aliyên ewlehî pêk hat û tu bersivek nedan. Tevî ku gelek caran HDP’ê hişyariya li ser gefên dijberî wan ji aliyên ewlehî re rakirine, ev jî nîşan dide ku dewleta Tirk û alavên wê yên ewlehî û tundrawên AKP’ê li pey van êrişan in. 

Mîna van êrişan kîna kûr a faşîsta Tirk li dijî sziyên demokrat, bi taybet HDP’ê ya ku ji bo demokrasiya civakên li Tirkiyê tê dikoşe û parastina gelan dike, her wiha piranî rêveber û parlamenterên HDP’ê di girtîgehên dewleta Tirk de ne, ji ber parastina mafên mirovan, azadî û demokrastiyê dikin.

Em Meclisa Giştî ya PYD’ê bi tundî van êrişan şermezar dikin û bang li civaka navneteweyî dikin ku fişarê li dewleta Tirk bikin ku van siyaset û sûcên çewsîner ên li dijî gelê Kurdistanê û gelên herêmê rawestîne, her wiha em serxasiya malbat û hevrêyên Denîz Doyarz dikin ku jiyana xwe di oxira aştî û demokrasiyê de daye."

(fr)

ANHA