Jinên ciwan ên Tebqayê tevlêbûna xwe ji hemleya "Tev li cenga azadiyê bibin" re ragihand

Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û tevlêbûna xwe ji pêngava"Tev li cenga azadiyê bibin" ragihand.

Jinên ciwan ên Tebqayê tevlêbûna xwe ji hemleya "Tev li cenga azadiyê bibin" re ragihand
17 hezîran, 2021   14:47
TEBQA

Têkildarî mijarê Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê daxuyaniyek da. Endama rêveber a Ciwanan Beydaa El-Xidir daxuyanî li pêşiya navenda Yekitiya Jinên Ciwan a bajêr xwend.

Daxuyanî wiha ye:

"Em êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Iraq û Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê şermezar dikin û bang li civaka navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan û zarokan dikin ku yekser li dijî êrişan bisekinin û destwerdana dewleta Tirk li xaka Sûriyê rawestînin.

Em wekî Yekitiya Jinên Ciwan dest bi hemleya bi sernavê "Teqez em ê bi ser kevin " kir û salekê dom kir, tê de çalakî, seknên prostesto, meş û hemleyên zanabûnê yên redkirina dagirkeriya Tirk ji xakên me re hebûn, îro jî em rêya xwe berdewam dikin û tevlêbûna ji hemleya "Tev li cenga azadiyê bibin" radigihînin.

Di dawiyê de soz didin şehîdan ku em ê şopdarên rêya wan bin û rêya wan a şoreşgertî ya li çiyayên Kurdistanê bidomînin, her wiha em ê hemleya xwe berdewam bikin, da ku ji cîhanê re îsbat bikin ku dê vîna me bi rihê jinên ciwan bi ser keve."

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê 12`ê Hezîrana derbasbûyî pêngava"Tev li cenga azadiyê bibin" ragihand û tê payîn ku tê de gelek çalakiyên çandî, werzîş, mîhrîcan, xwepêşandan û  panelan hebe.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/8hUw3FvJxVQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>