KCDK-E: Bila her kes xwedî li HDP'ê derkeve

KCDK-E'yê qetilkirina Denîz Poyraz a endama HDP'ê şermezar kir, bang li her kesî kir ku dakeve qadan û xwedî li HDP'ê derkeve û got "Desthilata AKP-MHP’ê ya faşîst û çete Suleyman Soylu berpirsyar in."

KCDK-E: Bila her kes xwedî li HDP'ê derkeve
17 hezîran, 2021   13:26
NAVENDA NÛÇEYAN 

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê têkildarî qetilkirina Denîz Poyraz a endama HDP’ê li Îzmîrê, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Avahiya HDP'ê ya bajarê Îzmîrê 24 saetan ji aliyê polîsan ve tê şopandin, kesên dikevin hundir û jê derdikevin tên qeydkirin û şopandin. Kujerekî çete Suleyman Soylu kete hundirê vê avahiyê û endama HDP'ê Denîz Poyraz qetil kir.

Vê cînayetê rûyê dewleta Tirk a faşîst, dijminatiya desthilatdariya AKP-MHP'ê ya li Kurdan nîşanî gelên Tirkiyeyê û Ewropa daye. Li cografya Tirkiyeyê demokrasî qet nemaye. Mirov nava rojê ji aliyê kujeran ve tên qetilkirin. Desthilata AKP-MHP'ê ya faşîst û çete Suleyman Soylu ku timî HDP'ê dikin hedef, ji vê yekê berpirsyar e.

Polîsên ku 24 saetan ji ewlekariyê berpirsyar in bi ti awayî dest li êrişkar wernedan û ev bûyera kuştinê jî bi vî rengî bi hevkarî hate kirin. Em vê kuştina namerdî ya li dijî hêzên demokrasiyê, HDP'ê û Kurdan hate kirin şermezar dikin.

Êrişa li dijî HDP'ê destpêka pêvajoyeke cidî û metirsîdar e. Divê bi hêz bikevin nava liv û tevgerê, yekîtiya hêzê, elewî, hêzên bawerî û demokrasiyê, jin û ciwanan dikin ku li her derê çalakiyên girseyî yên mezin li dar bixin. Bi taybetî roja Şemiyê li her derê çalakî divê bê lidarxistin û rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst bê teşhîrkirin.

Bi navê KCDK-E'yê em bang li gelê xwe dikin ku li her cihî vê komkujiya faşîst şermezar bike, xwedî li HDP'ê derkeve."