Şandeyeke ewlehiyê ya Îsraîlê serdana Misirê kir

Çavkaniyên Îsraîlê ragihand ku şandeyeke ewlehiyê ya Îsraîlê îro serdana Misirê dike da ku dosyaya agirbesta bi tevgera Hemasê re û peymana dan û standina girtiyan nîqaş bikin.

Şandeyeke ewlehiyê ya Îsraîlê serdana Misirê kir
17 hezîran, 2021   13:25
XEZA

Li gorî çapemeniya Îsraîlê, şande ji endamên payebilind ên Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyî ya Îsraîlê pêk tê. Her wiha şande dê li ser xêzkirina nexşeya rê ya li gorî berjewendiya navbeynkariya di dosyaya agirbestê de bixebite. Li aliyekî din Îsraîl hewl dide ku dîlgirtiyên Îsraîlê yên li Xezayê bixwaze.

Her wiha wezîrê karên derve yê berê Gabi Ashkenazi di hefteyên borî de serdana Misirê kiribû da ku agirbesta bi Xezayê re nîqaş bike.

Tevgera Hemasê 4 îsraîlî li cem xwe ragirtine, ji wan 3 leşker di şerê Îsraîlê yê li dijî Xezayê de sala 2014'an de hatin girtin, her wiha kesên din jî di demên cuda de dema ku derbasî Xezayê bûne, hatine girtin.

(dm)